Encamnameya HDK’ê: Wê Na bi ser bikeve!

HDK’ê encamnameya civîna xwe ya 5’ê Sibatê hişkere kir. Di encamnameyê de hate gotin: ‘’Pêkan e ku em ji tarîtiyê derbikevin. Erê wê têk biçe û na wê bi ser bikeve’."

Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) piştî ku 5’ê Sibatê li Stenbolê Kongreya Asayî ya Giştî  a 7. çêkir encamnameya xwe diyar kir.

Di encamnameyê de hate gotin, Tirkiye ji fetloneka herî krîtîk û dijwar a dîrokê derbas dibe û wiha hate gotin: ‘’ Faşîzma AKP’ê ya ku piştî darbeya Qesrê bi Rewşa Awarte û BHQ’yan hate qeyîmkirin, niha jî bi navê rejîma seroktiyê bi guherîna destûrê welêt ber bi dîktatoriya yek-zilamî ve dibin. Bi guherînên ku didin ber referandûmê gelên me ber bi siberojeke nediyar û tarî ve tehf didin. Dixwazin rejîma Fuhrer a xwecih û millî ya di Erdogan de berbiçav bûye were pejirandin. Li gel ku demdemî ye jî tê armanckirin ku rejîma Rewşa Awarte were domdarkirin, mayindekirin û yasayîkirin. Dîktatoriya Erdogan bi vî awayî jî dixwaze hemû rikberên xwe yên siyasî û muxalefeta civakî tasfîye bike û ji bo komeke berteng a berjewendiyê û sermiyanê dixwaze baxçeyekî gulan a bê dirî ji xwe re çêbikin.’’

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku dînamîka krîzê ya kapîtalîzmê ji nû ve sazkar bûye, behsa bêkarmayinê hate kirin û kêşe tenê bi tevdîrên ekonomîk nal ê bi polîtîkayên azadîxwaz, demokrasî û aştiyê wê çareser bibei

Hate gotin AKP/Qesr Tirkiye veguherandina girtîgeheke dor lê vekirî û bi berdewamî: ‘’Bi girtina hevserokên HDP’ê, wekîlan, hevşaredaran û rêveberiyên navçe û bajêr ên HDP’ê, bi binçavkirina xebatkaran ti hêz nikare demokrasî û azadiyan radest bigire’’

 ‘GIYANÊ AZADIYÊ LI SER PIYAN E’

Bi berdewamî wiha hate gotin:

‘Piştî 15’ê Temûzê bi deh hezaran karmend ji kar hatin kirin, dîsa bi deh hezaran jê ji kar hatin dûrxistin. Astengkirina mafê seyahatê û destdanîna li ser milk pêk têk u di 12’ê Îlonê de jî nehate dîtin. Bi yasayên tûrikî talana kanên xwezayê û ekolojiyê dest pê kiriye.

Bi girtina rojname, rojnamevan, akademîsyen, nivîskar û rewşenbîran, bi qedexekirina malperên înternetê rastî heta hetayê nikarin werin nixumandin, derew nikarin werin veşartin. Rêbazên Gobels hatine bikaranîn ku digot, ‘derew çi qasî mezin be yên ku wê jê bawer bikin ev qasî zêde bin’ Li gel her cure qedexe, zext û êrîşên faşîstî jî giyanê azadiyê li ser piyan e, hêzên berxwedêr nehatine radestgirtin.

Li gelek deveran ku hikûmetên neo-lîberal bersivê nadin pêdiviya hejaran, kedkar û çewisandiyan, hem li YE hem li DYE’yê ku ketine çirava krîza aborî de, li gelek cografyayên dinyayê populîzma rastgir, nîjatperest, netewiya hişk û îdeolojiya faşîst geş dibe. Piştî ku Trûmp hate ser kar diyar bû ev wê bêhtir geş bibûya.

Li Rojhilata Navîn piştî ku li Helebê rejîma Esad serwer bû pêvajoyeke nû dest pê kir. Tirkiye ya ku bi eşqa Osmaniya Nû ketiye dest di Rojhilata Navîn da û di encamê de li Sûriyê û Iraqê têk çûye. Li Babê ketiye çiravekê. Ji alî hemû dinyayê ve tê dîtin ku paşmêrê cîhadiyên DAIŞ’ê û hevşibên wê Tirkiye ye. Li Sûriyê Rûsya însîyatîve bi dest ve tîne. Civînên Astana vê vedibêjin. Li Rojhilata Navîn pêvajoya şer berdewam e. Bêyî ku rasteqîniya Rojava wer dîtin, bêyî ku statûya Kurdan were nasîn, diyar e ku li Sûriyê wê çareseriyeke rasteqîn dernekeve holê. Civînên Astana û Cinêvê ji bo vê bi ser neketine. Li Sûriyê çareserî di modêla Rojavaya Demokratîk de ye ku gel bi hev re di nav aştiyekê de dikarin bijîn.’’

‘REFERANDÛM WÊ BIBE DESTPÊKA SERDEMEKÊ’

Di encamnameyê de li ser referandûmê jî hate gotin, ‘’pêvajoya referandûmê bêyî encamên wê jî wê bibe destpêka serdemekê ku kart ji nû ve werin belavkirin, hevseng ji nû ve werin avakirin û enî ji nû ve diyar bibin’’ Bi berdewamî wiha hate gotin: ‘’Beriya her tiştî divê em diyar bikin ku di şertên Rewşa Awarte de, di serdemeke wiha de ku hemû azadî hatine rakirin, ne rewa ye ku guherîna destûrê were kirin. Dengdana referandûmê her çi jî be, nîqaşa guherîna destûrekê ku ne xwedî rewabûna civakî ye, nayê qebûlkirin.

Teklîfa destûrê ferzkirina avakirina rejîmeke nû, hewldana hiqûqîkirina vê rewşê ye. Di vê pêvajoyê de ku siberoja gelên me rasterast wê jê karîger bibe, biserketina NA wê bibe destpêka dawiya dîktaya yek-zilamiyê.

HDK wê xebatên xwe yê referandûmê di astea herî bilind de pêk bîne û bibêje, ‘’Ji bo Demokrasî, Azadî, Dadmendî, Aştiyê û Jiyaneke Nû NA’’ NA’ya me NA’yeke wiha ye ku xwe li ser demokrasî, azadî, aştî û jiyaneke nû ava dike.

HDK li her deverê wê biçe cem gel, li her derî bixe, wê li taxan Meclîsên NA ava bike, cîvînan li dar bixe, pênêlan, forûman organîze bike. Di her astê de xzebatê NA’yê wê bi awayekî çalak pêk bîne.

Eniya yên ku dibêjin NA bi awayekî objektîf berfirehtir e. Hinceten her kesî yên NA cuda ne. Meclîsa me ya Giştî biryar daye wê xebateke wiha bike ku van cihêtiyan nirxdar dibîne û li wan baldar be.

Li hemû qadên jiyanê, li navçe, bajar, gund, tax, qadên hilberînê rêxistinkirina Platformên Na wê berxwedanê mezin bike.

Kongreya Demokratîk a Gelan: Li dijî rejîma qesrê ya faşîst û li diî dîktatoriya yek-zilamî ku dixwazin Tirkiyê bixin nav tarîtiya zilûmat, bang li hemû çewisandî, jin, kekdar û gelên me dike ku bi hev re, mil bi mil, bi hevkarî têbikoşin; eniyên aştî, dadmendiyê, demokrasî û azadiyê qeyîm bikin. Divê neyê jibîkirin tarîtiya zilûmat herî pir ber bi beryaniyê ve ye.’’

 ‘PÊKAN E KU EM JI TARIYÊ DERBIKEVIN’

HDK’ê li dawiya encamnameyê wiha got:

‘Pêkan e ku em ji vê tariyê derbikevin. Kedkarên Tirkiyê, çewisandî, gelên me wê vê taritiyê ku dixwazin pê ser wan were nixumandin, wê çirînin.

Kevneşopiya çewisandiyan her dem nîşan dane ku azadî têkoşîneke domdar e, ên ku tim têkoşiyan bi dest ve anîne. Li dijî zilmê, zordariyê, navê wê çi dibe bila bie, li dijî rejîma dîkta, hewesdarên dîktayê gelên me wê bi ser bikevin! Em ê bi ser bikevin!

Erê wê têk biçe, na wê bi ser bikeve!’’