Encamên hilbijartina li Kerkûk û Dihokê hatin eşkerekirin 

Desteya Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê, encamên hilbijartina li Kerkûk û Dihokê eşkere kir. Lê hê jî nîqaş didomin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, di derbarê nerazîbûn û nîqaşên li ser encamên hilbijartinan tên kirin de, di civîna heftane ya çapemeniyê de axivî û got, "Di serî de Kerkûk, li deverên di derbarê encaman de nerazîbûn heye, dikare deng ji nû ve bi destan bên hejmartin."

Li gorî daxuyaniya Desteya Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê  ku êvarê encamên hilbijartina li Kerkûk û Dihokê eşkere kir, li gorî partiyan dengdan wiha ye:

KERKÛK

YNK : 184 Hezar 373
Koalîsyona Ereb a Kerkûkê: 83 Hezar
Eniya Tirkmenan: 79 Hezar
Lîsteya Nasir: 24 Hezar 245
Koalîsyona Wataniye : 14 Hezar 932
Koalisyona Fetih: 18 Hezar 406
Lîsteya Neteweyî: 13 Hezar 775
Nifşê Nû : 12 Hezar 836
Lîsteya Tezamûn: 10 Hezar 569
Babûl Ereb : 8 Hezar 133
PKSD: 7 Hezar 194
Koalisyona Keldanan: 4 Hezar 815
Yekgirtû : 4 Hezar 560
Eniya Neteweyî ya Keldan - Sûryan - Asûran: 3 Hezar 779

DIHOK

PDK : 348 Hezar 777
Yekgirtû : 48 Hezar 300
YNK: 25 Hezar 823
Koalisyon : 25 Hezar 449
Nifşê Nû: 17 Hezar 823
Komel : 3 Hezar 619

EBADÎ: DENG BI DESTAN DIKARIN BÊN JIMARTIN

Piştî eşkerekirina encamên hilbijartina li Kerkûk û Dihokê, partiyan nerazîbûn nîşan dan û gotin "Piştî ku di 12’ê Gulanê de sendoqên dengan hatin girtin, di hilbihartinan de hîle hate kirin û deng hatin dizîn." Lewre hê jî nerazîbûnên wan didomin.

Heyder Ebadî li Bexdayê di civîna heftane ya çapemeniyê de axivî û got, "Divê li Kerkûkê sindoqên bi guman ji nû ve bên vekirin û deng bên hejmartin. Ev gelek hêsan e û rojekê jî nadome."

Ebadî got, "Heke bê ispatkirin ku di hilbijatinan de hîle hatiye kirin, wê sandoq hemû bên vekirin û deng ji nû ve bê hejmartin. Heke pêwîst kir, li tevahiya Iraqê jî wê hemû sindoq bên vekirin û deng bên jimartin. Ji bo fikar û gumanên li ser hilbijartinê rabin, bang dikim ku komîsyona hilbijatinê bi lezgînî bi peywira xwe rabe û angaştên heyî zelal bike."

PDK'ê JÎ GOT:  BILA BI DESTAN BÊN JIMARTIN

Rayedarên PDK'ê jî di bin serokiya Mesûd Berzanî de civiyan û encamên hilbijatinê nirxandin. Di daxuyaniya ku piştî civînê hatî kirin de hat derbirandin ku, "Bila dengên li Başûrê Kurdistanê hatine dayin bi destan bên jimartin. Fikarên hin derdorên siyasî yên ji bo hilbijartinê hene. Fikarên PDK’ê jî di derbarê hilbijartinên Silêmaniyê de hene. Ji bo ku fikar ji holê rabin, aramî û îstîkrar pêk bê, heke pêwîstî bê dîtin dikare dengên Başûrê Kurdistanê bi destan bên hejmartin." 

Şeş partiyên Başûrê Kurdistanê duh ji bo encamên hilbijartinan nerazîbûn raber bikin, li Hewlerê civînek pêk anîbûn û xwestibûn ku hilbijartin bên betalkirin.