Encama erdhejê: 100 kes birîndar in

Di encama edheja bi pileya 5.4 û 4.9’an a li Rojhilat û Başûr pêk hat de herî kêm 100 kes birîndar bûne. Li navçeya Derbendîxan, Seyîdsadiq û Helepçe yên Silêmaniyê 100 kes birîndar bûn.

Li Rojhilatê û Başûrê Kurdistan saet 17:10’an di pileya 5.4’an û piştre jî saet 17:45’an jî pileya 4.9’an de du erdhej pêk hatin.

Li Başûrê Kurdistanê di encama erdheja li gelek cihan hate hîskirin de ji ber panîk û xwe avêtina ji cihên bilind gekek kes rakirin nexweşaneyê.

Li Helepçeyê 50 kes birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê. Gelek ji birîndaran ji ber sergêjî, ketin û tirsê hatibûn rakirina nexweşxaneyê.

Li Derbendîxanê jî 15, li Seyîdsadiq 30 û li navçeyaên din jî 5 kes hatin rakirina nexweşxaneyê.

Hat diyarkirin ku rewşa gelek ji birîndaran baş in û piştî mudaxeleya destpêkê û şûnde sewqî malê hatin kirin.