Emrê xwe da paşerojeke azad

Şoreş Mardîn gerîlayekî welê bû ku enerjî û wêrekiya xwe gihandibû seranserê Kurdistanê. Şoreş di salên destpêkê yên ciwantiya xwe de bi dilê xwe yê bedew berê xwe da qadên azadiyê. Emrê xwe da paşerojeke demokratîk û welatê azad.

Şoreş* mîna navê xwe yekî şoreşê bû. Xwe ji cewhera şoreşgeriyê xwedî kir, di her kêliya jiyana xwe de ev yek nîşan dida. Gerîlayekî azadiyê yê bi vî rengî bû. Nedisekinî, sekna ji bo kêliyekê Jî weke xiyanetê didît. Li her derê li refên herî pêş bû, ev yek ji bo xwe kiribû pîvanek. Di dil û mejiyê xwe de lawazî ti carî qebûl nedikir. Di salên destpêkê yên ciwantiya xwe de bi dilê xwe yê bedew berê xwe da qadên azad, bû gerîlayekî leheng û piştre jî kêlî bi kêlî gerîlatî hûnand, bû fermandar û aşiqê vê xakê û azadiyê.

Evîndarekî gerîla bû ku dil û hestên xwe gihand her devera Kurdistanê, li her cihê ku gav lê avêt kelecan, wêrekî û pêşengî lê belav kir. Ji bo wî şîfreya azadiyê bû ku bide pey armancên xwe.

Wî zanîbû ku bêyî xeyalên xwe nikare bijî. Ji bo xaka azad, paşerojeke wekhev û demokratîk bêdudilî her tişt dida pêş çavên xwe. Li ku derê mirovek ji azadiyê bêpar hatibe hiştin, di bin zilm û zordariyê de be, ji bo bibe xwedî paşerojeke azad û kêfxweşiyê têkoşiya. Lewma bi rengê herî çalak tevlî bû.

Çîroka wî ya gerîlatiyê ku ji Dersimê dest pê kir, gihîşt her devera Başûrê Kurdistanê û piştre ji nû ve li Dersimê vegeriya. Bi vê jî nema gihîşt heta Derya Reş. Zanîbû ku gerîlayekî aşiqê azadiyê, cih nîne ku nikaribe xwe bigihînê.

TEVLÎ TÊKOŞÎNA ŞOREŞÊ YA ROJAVA BÛ

Di qonaxa duyemîn a jiyana gerîla de beşdarî têkoşîna şoreşê ya Rojava bû. Bi destpêkirina êrişên paşverûtiya DAÎŞ'ê re nesekinî, zû beziya ber bi qadên şer û têkoşînê.

Di şexsê DAÎŞ'ê de li dijî tifaqa herî paşverû ya cîhanê nêzî salekê li her çeper, enî, kolan, bajaran şer kir, rûmeta mirovahiyê parast. Piştî wê teqînê rojekê ji ser hişê xwe çû, dihate gotin ku jiyana xwe ji dest daye, lê belê bi îradeya xwe ya şoreşgerî nîşan da ku zû bi zû namire û têkoşîna xwe ji cihê mayî dewam kir.

Ji ber birîndariyê çavekî xwe winda kir, parçeyên şarapnelê li her devera bedena wî belav bû. Çav û bedena wî roj bi roj baştir bibûya jî zanîbû ku wê êdî nebe xwedî bedenek mîna berê. Çav û dilê wî li qadên têkoşînê mabû. Bêsebir bû ku karibe rojek berî rojekê li wan qadan vegere.

Piştî ku jê re hate gotin, çav û bedena wî nebaş e, eger tedawî nebe wê çavê xwe yê din jî winda bike, neçar ma ku ji bo tedawîkirina çav û bedenê xwe bikeve nava hewldanan. Wê demê xelkê Îtalyayê yê dost û hevrêyên Kurdan hembêza xwe lê vekir û hewl da bibe merhem ji birînên wî re. Wî jî bi dilrehetî li nava gelê Îtalyayê ku xwe xerîb nedidît, tedawî bû. Lê belê tişta ku birînên wî rehet biek vegera li welêt bû, têkoşîna li dijî hovîtî û faşîzmê bû.

HÎN BAŞ REHET NEBÛBÛ BERÊ XWE DA QADÊN TÊKOŞÎNÊ

Hîn berê xwe nedabû Ewropayê li roja vegerê difikirî. Ji bo wî qadên bingehîn ên têkoşînê çiya bû, çar aliyên welêt bû. Dixwest ku tavilê rehet bibe û li çiyayên welatê xwe vegere. Bi vî rengî jî kir. Nekarî zêdetir dûrî çiyayan bimîne. Kesî nekarî wî li Ewropayê bihêle. Hevrêyên wî zanî bûn ku wî bi zincîrê jî girê bidin wê nemîne. Nebûna çavekî li pêşiya şer û têkoşîna wî ne asteng bû. Ya rast wî ti carî nebûna wî çavê xwe qebûl nekiribû û ev yek li pêşiya xwe nekiribû asteng. Herî zêde gotina gazîbûn bi zora wî diçû. Xwe weke gazî nedidît, difikirî ku hînê mîna roja destpêkê dikare li çiyê gerîlatiyê bike, şer bike. Bi vê fikir û vî hestî gihîşt welatê xwe. Ji bo wî sekin nedibû. Timî zû, kelecanî û bi enerjiyeke mezin dijiya.

Yek ji rojên destpêkê yên payîzê bi rê ketibû, tevlî şeş hevrêyên xwe. Difikirî ku di rê de divê xwe ji faşîzma dewleta Tirk biparêzin. Bi vê hest û berpirsyariyê bi rê ketin. Texmîn nedikir ku ji bejahî ve tiştek bibe. Li gorî wan eger ji bejahî ve li pêşmergeyên PDK'ê rast bên jî herî zêde wê bêne hişyarkirin û piştî aloziyekê wê rêya wan bigirin, ew ê jî vegerin. Digotin, çi dibe bila bibe ew jî Kurd in, ewqasî zêdegaviyê nakin. PDK'ê demeke dirêj bû ku hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re gav bi gav kûr dikir. Çawa ku du gerîlayên leheng ên li Şengalê hewl didan pêşî li birakujiyê bigirin bi rengekî nemerdane şehîd xistin, bi heman rengî kemîn danî bûn û li benda gerîla bûn.

Di kemîna rêxistineke çete, noker û xayin de jiyanek bi dawî bû. Gerîlayên birîndar jî roja din ji aliyê çeteyên PDK'ê ve hatin înfazkirin û PDK'ê ji faşîzma Tirk, ji DAÎŞ'ê re digot 'Em jî mîna we ne'. Salên herî bedew ên jiyana wan di kemînê de ji wan dihate standin. Ne wî ne jî hevrêyên wî dawiyeke bi vî rengî texmîn nekiribûn.

Şoreş coş û kelecana xwe bir her cihî. Bi biryardarî xwedî li jiyanê, li şoreş û şoreşgeriyê derket. Kêliyek jî ji hêvî û kelecana wî ya gerîla kêm nebû. Li pey xwe jî hêviyeke mezin hişt. Erk û berpirsyariya me ye ku li ser rêya wî bi eşq û azadiyê bimeşe.

* Şoreşa Mardîn (Hakîm Acar) di şeva 28-29'ê Tebaxê de tevî 6 hevalên xwe dema ku bi şev ji Qendîlê derbasî Behdînanê dibû li Xelîfanê di encama êrişa hêzên PDK'ê de şehîd bû. Ev nivîs ji aliyê hevrêyên wî yên li çiyayên Dersimê ve hate nivîsandin.