Emîne û Ferît Şenyaşar hatin destgîrkirin -NÛ BÛ

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku daxwaza edaletê dikin, hatin destgîrkirin.

Emîne Şenyaşar ku hevserê wê û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza "Edaletê" nobedê digirin.

Îro roja 22'an a nobeda 'Edaletê' bû. Lê belê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar hatin destgîrkirin.

Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar serê sibehê dema ku hatin ber edliyeyê û çalakiya xwe dewam kirin, hatin destgîrkirin. Polîsên Tirk malbat bi zorê ji cihê ku rûniştibûn rakirin û ew destgîr kirin.

Dayik Şenyaşar dema ku dihate destgîrkirin nerazîbûn nîşan da û got, "Kujeran destgîr bikin, ne me."

Emîne Şenyaşar û kurê wê beriya niha jî hatibûn destgîrkirin.

'TÊKOŞÎNA ME YA EDALETÊ DEWAM DIKE'

Malbata Şenyaşar li ser Twîtterê peyamek da û got, "Têkoşîna me ya edaletê li ber qesra edaletê di roja 22'an de dewam dike. Serdozger her sibehê di ber me re derbas dibe. Li me dinere, lê me nabîne. Her çend Serdozger, Wezîrê Edaletê me nebîne jî ji her bajarekî Tirkiyeyê û welatên Ewropayê piştgirî ji daxwaza me ya edaletê tê."