Emîne Şenyaşar qala kuştina hevjîn û du kurên xwe kir

AKP’ê du kurên Emîne Şenyaşarê kuştin, hevjînê wê jî li ber çavên wê qetil kirin. 

Kurên wê Adil û Celal û hevjînê wê Hacî Evset Şenyaşar ê Emîne Şenyaşarê, li navçeya Pirsûs a Rihayê ji hêla xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin. Şenyaşar, di derbarê kuştina her du kur û hevjînê xwe de ji nûçegihana JINNEWS’ê Safiye Alagaş re axivî.

'BERIYA DU ROJAN JÎ GEF LI KURÊ MIN XWARIBÛN'

Hevjînê Emîne Şenyaşar, Haci Evset Şenyaşarê ji bo kurên xwe yên birîndar bibîne çûbû nexweşxaneya Pirsûsê û li wir li ber çavê hevjîna wî Emîne Şenyaşar ji hêla xizmên parlementerê AKP’ê ve hat kuştin. Emîne Şenyaşar, anî ziman ku bûyer du roj berê destpê kiribû. 

Şenyaşar bûyer wiha vegot: "Hatine ji kurê min re axivîne, wî jî gotiye ‘Ez jî Kurd im, ez ê dengê xwe bidim Kurdan. Hûn me dizanin em ji bilî HDP’ê dengê xwe nadin tu kesî’. Lewre gef li kurê min xwarine û çûne. Kurê min hat û got ‘Ev bela ne, wê belayekî bînin serê me’. Lewre du rojan dikana xwe venekir. Roja sêyemîn erefata cejnê bû, çû dikana xwe vekir. Vê carê hatin bi çekan komkujî pêk anîn.

KUŞTINA HEVJÎNÊ XWE VEGOT

Şenyaşar anî ziman ku dema bi hevjînê xwe re ketine nexweşxanê, xizmên parlementerê AKP’ê Yildiz, êrîşî wan kirine û xwestine hevjînê wê li nexweşxaneyê lînc bikin. Şenyaşar: “Em çawa ketin nexweşxanê, 20 zilaman li dora me pêça. Bi hesinê ku serûm pê ve tê aliqandin li serê hevjînê min dan. Hemûyan bi hev re lê dida. Di nav xwînê de mabû. Min hewlda ji nav destê wan derînim, lê min nekarî ji nav destê wan derînim. Polês, dema bûyerê rû da, ji wir dûr ketin, çûn derveyî nexweşxanê. Tenê polêsek li wir sekinîbû. Ez çûm min pîsîra wî polêsî girt û gotê ‘Hûn çima tiştekî nakin, hûn desthilatiyeke çawan in, hevjînê min kuştin, çima tiştekî nakin. Were ji nav destê wan derîne’ lê xwe nelepitan. Min dubara girt û hejand û gotê ‘Hûn dewleteke çawan in, hevjînê min dikujin’ lê ne ji cihê xwe lepitî, ne jî tiştek got. Hevjînê min lînç kirin û piştre jî gule berî serê wî dan. Heke ez bibînim ez ê wî kesî nas bikim. 

Piştî wê, ez ji ser hişê xwe çûbûm, hevalekî zarokên min hat ez ji wir birim. Nayê bîra min ka ez çawa ji wir hatime. Min bi çavên xwe dît ka çawa lînç kirin, çawa kuştin. Piştî wê nayê bîra min. Yek hebû, digot ‘teqez ez ê te bikujim’. Pora wî kesî kurt bû. Dêmana wî dagirtî û gilover bû. Ez wêneya wî jî bibînim ez ê nas bikim!”

‘EV ZALIM IN EV TECAWUZKAR IN’

Şenyaşar wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev zalim in, ev kesên ku çav berdayî jinên Pirsûsê ne. Ev bi çav, bi gotinên xwe jinan tacîz dikin. Her kes vê dizane. Bê sûc û guneh sê can kirin qurban. Min sê can dane axê. Ne bes bû kurê min jî destgîr kirin.”