Emîne Şenyaşar: Ji ber vê dewletê em mirin

Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku hatibûn destgîrkirin, hatin berdan. Emîne Şenyaşar got “Êdî bes e, em ji ber vê dewletê mirin.”

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ku ji bo berxwedana edaletê ji Sirûcê hatin, di têketina Rihayê de hatibûn destgîrkirin. Piştî tespîta nasnameyê ya li qereqolê serbest hatin berdan. Malbata Şenyaşar piştre hatin pêşiya dadgeha li Rihayê.

Bi hinceta ku rapora nexweşxaneyê nehatiye stendin, xwestin Emîne Şenyaşar dîsa bibin nexweşxaneyê. Şenyaşar got “Êdî bes e, em ji ber vê dewletê mirin! Hûn çima bi pey me ketine? Biçin sûcdaran bigirin.”

Emîne Şenyaşar piştre ji bo ku raporê bistînin tevî parêzerên xwe çû nexweşxaneyê.