Emîne Şenyaşar: Heta ku edalet pêk tê, ez ê dest ji nobeta xwe bernedim!

Emîne Şenyaşar ku 832’ roj in Nobeta Edaletê didomîne, wiha got: “Dixwazim kesên zarokên min qetil kirine bên cezakirin. Heta ku edalet pêk tê ez ê dest ji nobeta xwe bernedim.”

Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî Malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 832’an de berdewam kir. Emîne Şenyaşar ji ber nexweşiyên xwe nekarî were pêşiya Edliyeya Rihayê lewma nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand. Dayika Emîne li pêşiya mala xwe bi pankarta “Edaletê” nobet domand.

Emîne Şenyaşar, got ku ew dixwazin edalet pêk bê û ev tişt anî ziman: “Hewl didin edaletê bin dest û pê bikin. Ji bo danişîna kurê min demekî kin ma. Dixwazim kesên zarokên min qetil kirine bên cezakirin. Heta ku edalet pêk tê ez ê dest ji nobeta xwe bernedim.”

Malbatê, bi boneya 30’emîn salvegera Komkujiya Madimakê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir û wiha got: “Îro 2’ê Tîrmehê, salvegera Komkujiya Sêwasê ye. Her wiha roja 832’an a têkoşîna me ya edaletê ye. Li Sêwasê mirov hatin şewitandin û kuştin. Gelo di kîjan pirtûkê de qala şewitandina mirovan tê kirin? Qetilkirina birîndarên li nexweşxaneyê di kîjan pirtûkê de heye? Sûcdar eşkere ne lê edalet li ku ye?”