Emer Seîd Elî dîsa bû serokê Goranê

Emer Seîd Elî dîsa bû serokê Tevgera Goran. 

Tevgera Goran ji bo ku serok û rêveberiya xwe ya nû hilbijêre îro li Silêmanî kom bû. Di kombûnê de Emer Seîd Elî dîsa hate ser seroktiya Tevgera Goran.

Ji bo Seroktiya Tevgera Goran Emer Seîd Elî û Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hecî ketin xwe di ber hev re rakirin.

Dîsa Emer Elî Seîd hate ser Seroktiya Tevgera Goran, 7 kes jî ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin.

Konseya Seroktiyê ya Tevgera Goran ji 7 kesan pêk tê. Di hilbijartina 12'ê Îlonê de Cemal Hecî Mihemed bû Serokê Konseyê. Cemal Hecî Mihemed her wiha endamê Desteya Rêveber a Tevgera Goran e.

Konseya Seroktiyê ya Tevgera Goran ji 7 sekreteryayan pêk tê, 1 jê seroktiyê dike, 6 jê ji xebatên sekreteriyê berpirs e.