EMEP’ê banga xwedîderketina li berxwedana Şenyaşar kir

Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz serdana Malbata Şenyaşar kir. Akdenîz bang li gel ki ku xwedî li doza Şenyaşaran derkevin.

Malbata Şenyaşar ‘Nobeda Edaletê’ di roja 229’emîn de berdewam dike. Tevî ku îro dawiya hefteyê ye jî malbat ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê derket rê û hat ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobedê kir.

Serdanên piştevaniyê bo malbatê jî didomin. Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz û şandeya pê re serdana malbatê kir.

Ferît Şenyaşar derbarê têkoşîna edaletê agahî dan şandeyê û got ew di çalakiya xwe de bi israr in.

Serokê EMEP’ê Encument Akdenîz jî anî ziman ku sê roj ew li bajarên herêmê digere û wiha got: “Li herêmê dengê qêrîna edaletê olan dide. Me serdana malbata Gulistan Doku kir. Di stûyê xwişka wê de kolyeya edaletê hebû. Niha jî em serdana malabata Şenyaşar dikin. Vê bêedaletiyê hemû îqtidarê aniye nava me. 229 roj in dayika Emîne hêsirên çavan li ber edliyê dirijîne. Divê her kes piştevaniya malbatê bike. Kuştinên hovane pêk anîn. Cînayetek tol girtinê ye. Heke ev bêceza bimînin wê cînayetên mezintir çê bibin. Hiqûqa çetewarî wê hêzê bigire. Ev ne doza malbata Şenyaşar bi tenê ye. Doza her kesî ye. Em ê hemû bi hev re edaletê bînin.”

Emîne Şenyaşar jî bi barîna rondikên çavên xwe re carek din daxwaza edalet ê kir û got: “Ez dikim û nakim nikarim li malê bimînim. Hevjînê min û zarokên min li ber çavê min kuştin. Ez nexweşim bila gavek beriya gavekê edalet bicih were.”

Malbatê dosyeyek têkidlarî komkujiyê û dozê amade kiribû radestî şandeyê kir. Şandeyê kêliyek li cem malbatê nobetê girt û pişt re ji wir veqetiyan.