Em nebûn cerdevan, em bûn rêwî!

Dayika Hamdiye, beriya 24 salan cerdevaniya dewletê qebûl nekir û ji neçarî ji gund derket. Tevî dijberiya dewletê jî niha diçe gundê xwe û tê. Dayika Hamdiye dibêje, "Çawa ku ez bêriya vê derê dikim, mîna ku ev der jî bêriya min dike."

Hamdiye Îvedî piştî salên dûr û dirêj, bi zor û zehmetiyên mezin ji bo berhevkirina hejîr, tirî û firingiyên xwe tê gundê xwe. Ji bo vê jî serê sibê saet 4'an bi rê dikeve. Gava ku ji zarokên xwe re qala gundê Bertirê dike, dibêje "Li quntarên Çiyayê Gabarê mîna bihuştê ye." Dayika Hamdiye tevî zarok û bûka xwe bi kêf û xweşî berê xwe dide dehl û rezên xwe.

Hin zarokên xwe beriya niha anîbû gund. Lê bûka xwe û du keçên xwe yên heta niha gund nedîtine, vê carê tîne Gabarê. Di rê de qala zarokatiya xwe ya li vê erdnîgariya bedew dike. Li aliyekî kêf û xweşî, li aliyê din jî xemgînî û hesret. Ji ber ku li wê derê ye gelekî kêfxweş e, lê belê ji ber ku zane divê piştî çend saetan ji wir biçe, xemgîn e.

DENGÊ JI BERTIRÊ TÊ

Piştî rêwîtiyeke ji saetekê, ji Cizîrê xwe digihînin dehl û rezên xwe yên li gundê Bertirê. Biryarê didin bê destpêkê kîjan fêkî kom bikin. Hinek berê xwe dide hejîran, hinek tirî û hinek jî firingiyan. Dengê stranan ji dehl û rezan tê.

YA RAST, GELEKÎ DILŞEWAT E

Piştî berhevkirina fêkiyan, bêhnê vedidin û Dayika Hamdiye qala xemgîniya xwe dike: "Beriya demeke dirêj em bi lêdan, êşkence û gefxwarinê ji gundê xwe hatin derxistin. 25 salên min li vî cihê mîna bihuştê derbas bû. Di rê de zarokên min qala bedewiya gundê me dikir. Halbûkî ez gelekî dilşewat im. Li ava li çem dinerim; dewletê xistiye nava lûleyan û bi vî rengî kiriye malê xwe. Li dehl û rezên xwe dinerim; ji ber kes nikare lê binere, gihayên bêkêr di nav de şîn bûne. Darên me, mêwên me ji ber kesixandin, hişk bûne. Ev bexçeyên hûn dibînin têrê dikir ku gundek xwe jê xwedî bike. Lê niha ji ber xemsariyê kêm kirine."

ME ŞEREFA XWE NEFIROT

Dayika Hamdiye bi hêrs e, ji ber ku cerdevanên li gund mane ji dehl û rezên wan dixwin û wiha dewam dike: "Leşkeran wê wextê ji me re gotin 'ya hûn ê bibin cerdevan, ya jî bibin rêwî!'. Em jî bûn rêwî. Wan jî namûsa xwe firotin û bûn cerdevan. Me qebûl kir ku ji bihuşta xwe bên qewirandin, lê me şerefa xwe nefirot. Kîloyeke hejîran niha bi 8 lîreyî ye. Tehma yên tên firotin jî nîne. Darên me yên hejîrê hişk dibin. Can, ruhê vê derê heye. Hem ji bo xwe têm vir, hem jî ji bo vir têm."

MÎNA KU VÊ DERÊ JÎ BÊRIYA MIN KIRIYE

Dayika Hamdiye bi rûyê xwe yê li ken dibêje, "Çawa ku min bêriya vê derê kiriye, mîna ku vê derê jî bêirya min kiriye" û wiha dewam dike: "Tevî ku dikenim jî, her ku li vir dinerim, dilê min dişewite. Şikir ji xwedê re me xwe nefirot. Li benda wê rojê me ku bi temamî li gundê xwe vegerm. Em dest ji vê dozê bernadin."

Piştî ku roj diçe ava, barê xwe hildigirin û dest bi rêwîtiya vegerê dikin.