'Em li Helebê bi rola pêşengiyê radibin'
Fermandara YPJ'ê ya Helebê Zozan Hêvî li ser rewşa dawî ya li Helebê axivî û têkildarî civîna Astanayê got, "Em encamê civîneke ku nehatine vexwendin û lê nehatine naskirin, nas nakin."
Fermandara YPJ'ê ya Helebê Zozan Hêvî li ser rewşa dawî ya li Helebê axivî û têkildarî civîna Astanayê got, "Em encamê civîneke ku nehatine vexwendin û lê nehatine naskirin, nas nakin."
Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Zozan Hêvî li ser rojevê bersiv da pirsên ANF'ê.
Hêvî da xuyakirin, ku Heleb yek ji navendên şerê 6 salan ê Sûriyeyê ye û got, "Ji bo şer bandorê li gelên me neke, weke YPG/YPJ em bi erka xweparastinê rabûn. Me li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dest bi parastina gelên xwe kir û nehişt şer bigihêje gelên me. Di demekê de ku Heleb bi temamî veguherî qada şer, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên ji aliyê YPG/YPJ'ê ve tên parastin, bûn qadeke ewle ji bo Helebiyên ji şer direviyan."
'LI HELEBÊ, BERXWEDANA GELÊN ME Û ŞERVANÊN YPG/YPJ BI SER KETIN'
Hêvî diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê û çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê gelek caran êrîşî van her du taxên ewle kirin û got, "Hewl dan vê qada ewle bê Kurd bihêlin. Gelê Kurd û Helebiyên xwe li vê qadê girtin, bû hedefa êrîşên komên çete. Mirovên ji gelên me hatin kuştin, îşkence li wan hate kirin. Lê belê serî li ber ti êrîşan netewand. Tevî şervanên YPG/YPJ'ê serî netewand û li ber xwe da. Di encamê de gelên me bi ser ket. Hêzên YPG/YPJ ên berxwedêr bi ser ketin.
Di encama pêngava dewleta Sûriyeyê û Rûsyayê de Heleb ji çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê hat paqijkirin. Bêguman di vê demê de pêngavên me jî çêbûn. Bi operasyonên rizgarkirinê re gelek taxên li rojhilatê helebê ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve hatin rizgarkirin û ji çeteyên Koalîsyona Sûiryeyê ve hatin rizgarkirin."
REWŞA BERÎ Û PIŞTÎ RIZGARKIRINÊ YA TAXÊN ROJHILAT ÊN HATIN AZADKIRIN
Fermandara YPJ'ê ya Helebê Zozan Hêvî li ser rewşa berî û piştî rizgarkirinê yên taxên rojhilat ên Helebê, ku ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hatin rizgarkirin, ev nirxandin kir:
"Li herêma ku bi salan ji aliyê çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê ve hatibû dagirkirin, zilm û zordarî li gel dihat kirin. Her tişt hat talankirin. Çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê, ji roja dagirkirinê û pê ve bi qaşo qaşnûnên Îslamê îşkence û zordarî li gel ferz kirin. Ev 'qanûnên xwe' bi zorê dan qebûlkirin.
Dixwazim balê bikişînim ser vê yekê. Çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê pêkanînên taybet li dijî jinê xisitbûn meriyetê. Ji zewicandina bi zorê ya zarokên 9-16 salî bi çeteyan heta recmkirina jinan û qedexekirina derketina derve.
Çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê piştî ku herêm dagir kir, hemû dibistanên li bajêr girt û di çarçoveya nêrîna xwe de medreseyên ji perwerdeya şerîatê vekirin. Li van deveran jî kîn û nefret dan zarokan. Dersên qaşo şerîatê û cîhadê dan zarokan û ev zarok di dema pêş de di çalakiyên xwe yên terorê de bi kar anîn.
Rewşa niha ya herêma hatiye rizgarkirin jî mirov dikarin bi kurtasî bi vî rengî eşkere bikin; Li taxên me rizgar kirine, gelê me birînên xwe dipêçe. Hewl dide xisara çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê li wan kiriye, ji holê rake. Jinên ku di dema dagirkeriya çeteyên Koalîsyona Sûriyeyê de nekarîbûn derkevin derve, ji nû ve jiyanê bi rêxistin dikin. Mirovên me, ji her tiştî wêdetir, êdî bi rengekî azad nefesê digirin."
'LI KU DIBE BILA BIBE, PARASTINA NASNAMEYA JINÊ ERKA SEREKE YA YPJ'Ê YE'
Fermandar Hêvî destnîşan kir, ku jin bi pratîka xwe ya şer a şoreşgerî û Şoreşa Rojava re, mîna her pêngavê, di vê pêngavê de jî bi rol û mîsyona pêşengiyê rabûn û wiha dewam kir:
"Beriya her tiştî em jin in. Em hêza parastina jinê ne. Wezîfe û berpirsyariyên me yên dîrokî hene, ku jinan dane me. Li ku di be bila bibe, jinek bindest hebe, parastina nasnameya wê jinê erka sereke ya YPJ'ê ye. Di operasyonên rizgarkirinê de YPJ'ê ne tenê xwestiye zexta çeteyan a li dijî jinan rake, di heman demê de azadkirina jinan esas girtiye. Tinekirina zîhniyeta çeteyên Koalîsyonê Kurd tinekirina jinan esas digire, daniye pêşiya xwe. Weke YPJ, dikarim bêjim ku di operasyonên rizgarkirina rojhilatê Helebê de me armanca xwe bi giranî bi ser xistin. Di heman demê de dixwazim vê bêjim; hê hesabpirsîna me ji zîhniyeta dixwaze jinê tine bike, neqediya ye. Têkoşîna me wê heta serketinê bidome."
'SÎSTEMA FEDERAL A DEMOKRATÎK, SÎSTEMA GELAN Û CIVAKÊ YE'
Zozan Hêvî da xuyakirin, ku bi pratîka siyasî û leşkerî ya Şoreşa Rojava re gelan yekane rêya çareseriyê destnîşan kirin û got, "Sîstema kantonan, sîstema xweseriya demokratîk yek ji van e. Gelan ev sîstem pejirand û biryar di sîstema federal a demokratîk de dan. Sîstema federal a demokratîk ne sîstema desthilatdariyê ye. Sîstema gelan, sîstema civakê ye. Li dijî şerê desthilatdariyê yê rejîmê û qaşo mûxalefetê, ev yek yekane projeya çareseriyê ya maf û azadiya gelên Sûriyeyê ye. Divê bi vî rengî were dîtin."
Hêvî diyar kir, sîstema federal a demokratîk ew sîstem e ku hêza biryarê ya gelan di nav de heye û destnîşan kir, sîstema federal a demokratîk dikare hemû pirsgirêkên gelên Rojava û Sûriyeyê çareser bike.
'EM ENCAMÊN CIVÎNEKE LÊ NEHATINE TEMSÎLKIRIN NAS NAKIN'
Têkildarî civîna Astanayê ya roja 23'ê Çileyê fermandar Zozan Hêvî da xuyakirin, ku ev yek lîstikeke hêzên navneteweyî û herêmî bû û bi ser neketiye.
Hêvî got, "Di nava 6 salên şer de gelek civîn hatin lidarxistin. Dema mirov van hemû civînan dinirxînin, tê dîtin ku rejîma Sûriyeyê û hêzên navneteweyî û herêmî ji bo çareserkirina krîzê ji dil nînin. Mixabin em careke di dibînin ku yekane nûnerê gelên Sûriyeyê MSD û QSD ji civînê re nehatiye vexwendin. Ji xwe ev yek rewşeke nû nîne. Eger bê bîra we, civînên Cenevre 1-2-3 hatin lidarxistin. Wekî din civînên Viyana, Parîs, Riyadê pêk hatin. Kurd û dostên wan ji bo van civînan nehatin vexwendin.
Baş e, gelo çareserî ji krîza Sûriyeyê re hate dîtin? Na. Ti encam ji van civînan derneket. Şerê li Sûriyeyê dijwartir bû. Krîza însanî mezintir bû. Weke YPJ em vê yekê bi zelalî dibêjin; em encamên civîneke ku tevlî nebûne, lê nehatine tesmîlkirin, nas nakin.
Weke YPJ'ê em bang li gelên xwe dikin, ku ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û federal têkoşîna şoreşgerî mezin bikin."