'Em li cem Leyla Guven bin, dengê wê bidin bihîstin'

Şandeyeke ku Hevberdevkên HDK'ê Gulîstan Koçyîgît û Sedat Şenoglu jî di nav de serdana Leyla Guven kirin.

Endamên Insîyatîva Leyla Guven Mafdar e, Divê Tecrîd rabe, serdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven kirin, ku ev 107 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Di nav şandeyê de Hevserokên HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Sedat Şenoglu û her wiha nûnerên ESP'yê, Hewldana 78'iyan, Partiya Kedê hebûn.

Endamên şandeyê ku hatibûn mala Guven a li Taxa Baxcilarê ya navçeya Baxlarê, piştî serdanê li ber derî xwestin daxuyaniya çapemeniyê bidin, lê li rasta astengiya polîsên hatin.

Koçyîgît li gel hemû zexta polîsan jî daxuyanî da endamên çapemeniyê. Koçyîgît diyar kir Guven pir westiyayî bû, nedikarî biaxive jî û got, ''Leyla got hevgirtin wê xurt dike, ji peyaman hêzê distîne, peyamên ku ji çalakgerên greva birçîbûê distîne wê şad û hêvîdar dike. Diyar kir ew ê bi hêsanî nemire û vê berxwedanê bi serfiraziyê tacîdar bike. Em jî careke dî li ser navê Infsîyatîvê bang li welatiyan dikin. Em li cem Leyla Guven bin, dengê wê bidin bihîstin.''

Koçyîgît bi domdarî got, ''Li gorî yasayên xwe biçin û tecrîda li ser Rêzdar Ocalan, girtiyên siyasî rakin.''