Em ji bo te sond dixwin Dayika Xatûn 

Berpirsyarê van bûyerên li dijî civak, çand û sincê Erdogan û rêveberiya wî hikumeta AKP’ê ye. 

Dayika dilovan Xatûn dayika me hemûyan bû. Axa lê hatibû dinê nasnameyek çandî û neteweyî hebû. Ev nasname û ax her tim rastî rejîma mêtingeriya mîna dewletên tirk hat û ev dewleta bi rejîmê hat bi rêve birin her tim dibû sedema êrîş û zilmê. Hem dayikek Kurd û elewî bû. Dayikek me ya hêja ya ku li Kurdistana her tim rastî pêkanînên îmha û înkarê dihat bi êrîş û zilmê re rû bi rû maye. Dayikek me ya bi nirx şahidiya rastiya hemû zilma cûnta faşîst a 12’ê Îlonê kiriye. Dayika me Xatûn dîroka zilm û êrîşan ji nêz ve nas dikir. Kurdistanî di her warî de çavnasên hemû pêkanîn û qewimandin e. Lê ya esil ew e û nayê qebûlkirin êrîşa li dijî cenazeyê Dayika Xatûn e. Êrîşa li hember cenazeyê dayika Xatûn pêk hat di tu ol û baweriyê de cihê wê tune ye. Rêzgirtina li hember cenaze û miriyan rêgeza herî girîng a civakan e. Di her civak, çand û baweriyan de wesiyata mirovan bêhempa tê bicih anîn.

Definkirina li Enqereyê wesiyeta dayika me Xatûn bû. Ev bê sedem nîne. Ne wesiyetek ji rêzê bû. Divê mirov ji kurahiya wesiyeta dayikek şehîd a Kurd û elewî ku hemû pêkanîn faşîst ên rejîma dewleta tirk dinase dixwaze li Enqereyê bê definkirin fam bike. Tirkiyeyek ku ketiye çirava şer jê bê derketin peyamên girîng dihewîne. Peyamên ji nav dilê dayikek şehîd û girtiyekê derketiye baş nehatiye xwendin. Ew hestên tije û xweşik yên bi hêvî bi bûyerên kirêt carek din hatiye qetilkirin. Di şexsê dayika me Xatûn de carek din gotin ku “Cihê we elewî û Kurdan li vê axê tune ye.” Hat gotin ku “Tehamula me li dijî cenazeyê we tune ye.” Tê fêmkirin ku yên tehamula wan li dijî gora me tune be tehamula wan li dijî jiyankirina me jî tune ye.

Berpirsyarê van bûyerên li dijî civak, çand û sincê Erdogan û rêveberiya wî hikumeta AKP’ê ye. Yên ku Tirkiye anîne vê merheleyê ew in. Pisporên yê Tirkiye ber bi perçebûn û dijmanahiyê ve dibin hikumeta heyî ya AKP’a faşîst e. Ev neyartî jî herî zêde di dema AKP’ê de pêk tê. Axaftinên piştî êrîşa li dijî cenazeyê dayika me Xatûn hatin kirin û sozên wan ên qaşoyî derewên herî mezin in. Armanca axaftinên wan xapandina hemû gelê Kurd, civaka elewî û hemû Tirkiyeyê bû. Heke ev wisa nebûya wezîrê navxweyî yê hikumetê, Murat Alp wek piyon şixulandiye û heke ev ne wisa bûya wê li qereqolê hembêz bi hembêz wêne nekişandina. Murat Alp pêşengiya êrîşa kirêt kiriye. Gelo wêneyê Alp ê bi Bîlal efendî re derketin wê îzahek çawa bîne? Heta em bêjin zikê gelê Kurd û civaka elewî ji hemû derew û hîleyên bi vî rengî re têr e. Heke ku hikumeta heyî dixwaze hindik be jî xwe bide bawerkirin û pêdiviya wan bi vê hebe wê demê bila wezîrê karê navxweyî ji peywîrê bigirin.

Pêwîste Kurd, elewî û gelên Tirkiyê vê heqaretê qebûl nekin û di asta herî jor de bi helwest û nerazîbûnên mezin li dijî vê yekê deng derbixin. Ji ber ku ev êrîşa li dijî çand, sinc û mirovahiyê heqaretek li civaka Kurdistan û Tirkiyê hatiye kirin. Divê ku helwesetek û dengek hevpar li dijî daxuyaniyên derew ên hikumetê hebe û hewcedarî pê heye. Bi wêneyê derket holê serkêşê yê vê heqaretê wezîrê karê hundir yê diyar e. Wezîrek ku bi vê serbilind e pêwîste ji kar bê girtin. Li hember vê helwest hevpar çêbibe û nerazîbûn zêde bibin. Ji bo ev daxwaz encamê bigire li holê gelek materyalê sûc derbixe heye. 

Em son dixwin ji bo te Dayika Xatûn; wê li Kurdistanê zarok azad bileyîzin, paşerojek û jiyanek azad bijîn. Wê zarokên azad ên Kurdistanê te bi bêhna kulîlkên biharê bêhn bikin. Wê te wek dayika berxwedêr a hevrê Aytekîn Tûglûk binasin.