Em hîn bêhtir piştgiriya gelê Geverê bikin
Bi hatina zivistanê re, jiyana li Geverê giran bûye. Tê gotin, gelê Geverê bi rêya kampanya 'Malbat xwedîderketina li hev derdikevin' li ser piyan dimîne û xwe xwedî dike.
Bi hatina zivistanê re, jiyana li Geverê giran bûye. Tê gotin, gelê Geverê bi rêya kampanya 'Malbat xwedîderketina li hev derdikevin' li ser piyan dimîne û xwe xwedî dike.
Li navçeya Gever a Colemêrgê, ku xwerêveberî lê hat ragihandin, 79 rojan derketina derve li şêniyên wê hate qedexekirin. Li taxên Yeşîldere, Dize, Eskî Kişla, Mezarlik, Orman, Cûmhûriyet (Zagros) û Gungorê xisareke giran bû. Di nava berxwedana 79 rojan de bi dehan sivîl hatin kuştin.
Li vê navçeyê ku nifûsa wê zêdeyî 100 hezar bû, hêzên dewlet û hikûmetê bi rengekî bê pîvan êrîşî gel kirin. Şêniyên navçeyê hem di dema qedexeya derketina derve de, hem jî ji ber Rewşa Awarte ya piştî qedexeyê hat ragihandin, mexdûr bûn. Beriya tayînkirina qeyûm, Şaredariya Geverê alîkarî bi 10 hezar malbatî dikir. Lê piştî bicihbûna qeyûm ev alîkarî jî qut bû. Li şaredariya ku bi dengekî biling a gel di hilbijartinên herêmî yên 2014'an de ket destê DBP'ê, qeymeqamê Tirk ê li navçeyê Mahmût Kaşikçi weke qeyûm hat bicihkirin.
Li vî bajarê berxwedanê, ji ber hatina zivistanê, serma û seqemê jiyan gelekî zehmet bûye. Malbata Dayan a ji şeş neferî, ku tenê yek ji van malbatên mexdûr e. Malbata Dayan balê dikişîne ser kampanya 'Xwedîderketina malbatan a li hev' a HDP û Heyva Sor a Kurdistanê û rewşa xwe ji ANF'ê re dinirxîne.
'HIKÛMETA AKP'Ê PÊŞÎ LI HEMÛ ALÎKARIYÊ GIRT'
Ahmet Dayan ê 50 salî ku çar zarokên xwe hene, da zanîn ku dewletê û hikûmeta AKP'ê di dema qedexeya derketina derve û piştî wê de, ew mexdûr kirine. Bav Dayan got, "Ez 50 salî me, hevjîna min Kaysel 45 salî ye. Çar zarokên me yên 10, 12, 14 û 16 salî hene. Tevî ku pirsgirêka me ya debarê hebe jî ez hewl didim zarokên xwe bidim xwendin. Nexweşekî dil im ku du caran anjiyo bûm û niha jî step di dilê min de ye. Ji ber şert û mercên neyînî û pirsgirêkên tenduristiyê, nikarim bixebitim. Tevî vê yekê jî dema îmkan bi destê min dikeve, weke karkerekî înşaetê li înşaetan dixebitim. Qedexeya derketina derve ya dewletê, em gelekî tengav kir. Ji ber bomberdûman û zextên giran, em derxistin derveyî Geverê û neçar man koçî gundê xwe bikin. Her der xera bûne, hilweşiyan ê. Hevalekî min ji aliyê stargehê ve piştirî da min û em niha li xaniyekî ji axê yê bi du odeyan dimînin. Komeleya Rojava alîkariya xwarinê dida me, lê piştî ku dewletê ev komele girt, ew alîkarî jî li ser me hat birîn. Hikûmeta AKP'ê hem derfetên jiyanê ji destê gelê Geverê girt, hem jî pêşî li alîkariya bê kirin jî girt."
EM BI RÊYA MALBATÊN KAMPANYA 'MALBAT XWEDÎ LI HEV DERDIKEVIN' LI SER PIYAN E
Bav Dayan anî ziman, ku bi destpêkirina zivistanê re şert û mercên jiyanê ji bo wan girantir bûne û diyar kir, bi saya kampanya 'Malbat xwedî li hev derdikevin' a HDP û Heyva Sor a Kurdistanê kêm jî be ew li ser piyan dimînn û got, "Hemû alîkarî ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve ahte astengkirin û wextekê gelê Geverê hewl da bi piştgiriyê birînên xwe bipêçe. Li şaredariyên me bi vîna xwe ya azad hilbijart, qeyûm hat bicihkirin.Li navçeyê derfetên kar nîne. Pirsgirêka debarê zêde dibe. Herî dawî bi saya HDP'ê haya me ji Komeleya Heyva Sor a Kurdistanê çêbû. Me serî lê da û em li bendê man. Piştî demeke kurt malbateke Kurdistanî ya li Ewropayê dijî destê xwe yê alîkariyê dirêjî me kir. Bi pereyê alîkariyê yê her me bi rêk û pêk dişîne, hem zarokên me dixwîne em jî em pê debara xwe dikin. Komeleya Alîkariyê ya Rojava girtin. Eger Heyva Sor jî nebûya, zarokên min wê perîşan bûna. Ez ji vê derê bang li hemû malbatên hewcedar dikim; biçin serî li Kampanya 'Malbat xwedî li hev derdikevin' a HDP'ê bidin. Di van rojên zor û zehmet de wê bi malbateke xêrxwaz re karibe debara xwe bike û ji van rojên zehmet derkeve. Her kesên xwedî wijdan wê hîn bêhtir piştgiriya gelê Geverê bike."