'Em gelê Mêrîwanê em ê li mîrateya berxwedêran xwedî derkevin'

A. E yê Mêrîwanî bal kişande ser zexta rejîma Îranê ya li ser gelê Rojhilat û got, "Rejîma Îranê bi kirinên xwe yên hovîtî wê nikaribe vîna gelê Rojhilat bişkîne. Em gelê Mêrîwanê em ê li mîrateya bi sedan berxwedêr xwedî derkevin."

Rejîma Îranê ku bi krîzên aborî, krîzên mezin ên civakî re rû bi rû ye li şûna ku krîzan çareser bike, arîşeyên civakî çareser bike bêhtir tev dide. A.E yê Mêrîwanî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide li ser rewşa bêexlaq ku dewletê di nav civakê de çêkiriye wiha got: ''Dewlet zarokên ku dê û bavên wan nînin, bi hincetên sûc digire. Piştre weke ku ev kes girtibin nîşan dide û ji bo 15 rojan perwerde dike. Ev kes ji b oku di nav civakê de tevlîheviyê bikin, kaosê girantir bikin, bikuji, madeyên hişbir berbelav bikin û tundiyê bikin, têne peywirdarkirin.

Dewlet êdî ji hêla aborî ve nikare civakê kontrol bike, her gav dibe ku li dijî polîtîkayên dewletê serhildan çêbibin.  Rewşeke wiha ji bo ku dewletê encamên pir xirab wê bîne. Ji bo pêşî li vê rewşê wer girtin, berê civakê dide deverên din. Din av gel de rûdanan çêdike, kaosa civakî zêdetir dike. Di vê rewşê de gel li şûna ku ji bo şoreşê rabe berê xwe dide rûdanên koasê û ev jî dibe sedema ku enerjiya xwe beleheq biqedîne.''

A. E li ser polîtîkaya dewletê mînak da û got: ''Mehên bihurî rûdanên kêrkirinê çêbûn û ev bi vê re têkildar e.  Yek ji rûdanan wiha ye; 2 bira dema ku bi hev re digerin kesekî bi motor ku qet wî nasnakin tê pêşberî wan û herduyan dikuke. Bi kêrê li dilê yekî jê dixin û bi xencerê li stûyê yê dî. Ciwan ên ku ji  gundê Kîkînê yê Mêrîwan ê ne, ji malbata Çaretelep in. Li vir jî polîtîkaya dewletê ew e ku gel bişkînn. Dewlet cezayê tenê dide rûdanên siyasî.

Di nav civakê de hemû rûdanên weke kêrkirin, madeyên hişbir, kuştinê geş dike û dema ku tiştên wiha dibin jî deng dernaxîne, bêceza dihêle. Bi vî rengî civakê ber bi kaosê ve dibin.  Kirinên faşîst ên dewletê, ji bo ku vîna gelê Rojhilat were şikandin sala bihurî pir zêde bûn.  Di rûdanên dema Cotmehê de pirêkêt bi piyê serhildêran ve girêdan û ew avêtin gola Zîraberê.

Rejîma Îranê ku bi salan e li ser gelê Rojhilat zextê dike, bi van kirinên wiha diwaze encamê bistîne. Gavên wiha ti caran wê nikaribin vîna gelê Rojhilat bişkînin. Di serhildanên Cotmehê de her cure êşkence li gel hate kirin, bi hovîtî mirov hatin qetilkirin .Em gelê Mêrîwanê, em ê tim li mîrateya bi sedan berxwedêrî ku avêtin gola Zîrebarê, li kuçeyan hatine qetilkirin, xwedî derkevin.''