'Em ê ti carî nehêlin ku dewleta Tirk encamê werbigire'

Gerîlayên YJA Starê Amara Cûdî, Welat û Govend Zagros ên li Zapê li dijî êrişên dewleta Tirk di çeperên berxwedanê de ne, destnîşan kir ku wê ti carî nehêlin ku artêşa Tirk encamê bi dest bixe.

Ji destpêka Pêngava Bazên Zagrosê û vir ve li herêma Ertûşê ya Zapê li qadên Tîpa T û Cîlo yê Biçûk gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker bi rengekî dîrokî li ber xwe didin. Şervanên YJA Starê ku pêşengiyê ji her kêliya vê berxwedanê re dikin, bi rê û rêbazên gerîlayên serdema nû li dijî leşkerên Tirk ên hewl didin xwe li herêma Zapê bi cih bikin, her roj çalakiyan li dar dixin. Gerîlayên YJA Starê Amara Cûdî Welat û Govend Zagros ku ji destpêkê ve di nava vê berxwedanê de ne, ji bo parastina gerîlayên diçin çalakiyê, liv û tevgera dijmin dişopînin. Li ser rêveçûna vê berxwedanê ji ANF'ê re axivîn.

Gerîlaya YJA Starê Amara Cûdî Welat anî ziman ku her gerîla bi coşeke mezin tevlî Pêngava Bazên Zagrosê dibin û destnîşan kir ku wê bi vê coş û kelecanê dijmin pûç bikin. Gerîla Amara Cûdî Welat got, "Ji xwe rastiya li ser vî şerî li holê ye. Dewleta Tirk bi teknîka di destê xwe de bawer dike, lê belê gerîla vê teknîkê pûç dike. Em ê hêjayî vê pêngavê bibin û bi vî rengî tevlî bibin. Ji xwe pratîka me jî li pêş çavan e. Artêşa Tirk li gel teknîka di destê xwe de hîn jî nekariye bigihêje armanca xwe. Em ê li vê derê ti carî nehêlin ku artêşa Tirk bigihêje encamê. Heta gerîlayek bi tenê bimîne ev berxwedan wê dewam bike."

Govend Zagros jî ku li herêma Zapê li ber xwe dide ji Avaşînê heta Metînayê hevrêyên xwe yên di şer de ne hemû silav kir û got, "Em cihê xwe di nava Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de digirin. Li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Bakur, dijmin dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Gerîla li van herêman bi rengekî bêhempa li ber xwe didin. Her çend dijmin êrişên xwe zêde dike û bi vî rengî bi ser me ve tê, dîrokê careke din şahidî kir ku gerîla hêzeke tolhilanê ye. Heta ku Rêberê xwe azad bikin, heta ku welatekî azad û jiyaneke azad diyarî gelê xwe bikin em ê çalakiyên xwe dewam bikin. Hevrêyên di pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de cih digirin hemûyan silav dikim."