'Em ê teqez hesab ji dijmin bipirsin'

Gerîlayê HPG'ê Agir Qamişlo destnîşan kir, ku keda azadiyê ya gerîlayan afirandine nikare bê tunekirin û wiha axivî, "Em ê teqez hesab ji dijmin bixswazin. Îsal nebe jî sala bê, lê em ê teqez hesab bipirsin."

Agir Qamişlo yek ji wan gerîlayên HPG'ê ye ku ji bo parastina Kurdistanê li tunelên şer ên li Zazpê şer dike.

Gerîlayê Azadiyê yê Kurdistanê Agir Qamişlo demeke kurt beriya destpêkirina êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a 17'ê Nîsana 2022'an ji ANF'ê re axivî.

Agir Qamişlo bal kişand ser tecrûbeyên gerîla yên sala 2021'ê û destnîşan kir ku wê teqez hesabê komkujiyên ku artêşa dagirker li çiyayên Kurdistanê bi çekên kîmyewî kiriye, bipirsin.

Gerîla Agir Qamişlo got, "Berxwedana fedaî ya li Mamreşo, Şehîd Serdar, Aris-Faris, Cîloyê Biçûk, Tepê Sor, Werxelê, Sendûrayê hate nîşandan, gelek tişt da me. Raxist pêş çavan ku berdêl çi dibe bila bibe divê dijmin li Kurdistanê nemîne. Berxwedana hevalên me ji bo me bû hêzeke gelekî mezin."

Agir Qamişlo bal kişand ser şehadetên gerîla yên par û got, "Şehadeta hevrêyên me teqez ji rêzê nebû. Bikaranîna rêbazên hovane yên li derveyî mirovahiyê, bikaranîna çekên kîmyewî û berxwedana mezin a li dijî van êrişan kir ku em bêhtir li ser kûr bibin. Her wiha bû sedem ku her kesên ji xwe re dibêje 'ez mirov im' lêpirsîneke cidî li ser êrîşên dagirkeriyê bike."

Gerîla Agir Qamişlo destnîşan kir ku dewleta Tirk wê nikaribe bi hêsanî xaka Kurdistanê dagir bike û got, "Çi dibe bila bibe wê hesabê komkujiyên ku kiriye bide. Îsal nebe jî sala bê, lê belê wê teqez hesab bide. Çawa ku hevalên me bi çekên kîmyewî şehîd xistin, hesabê vê wê teqez bê pirsîn, em ê tola hevalên xwe hilînin. Her gerîlayên li van çiyayan ji bo têkbirina dijmin 24 saetan hewl dide."

Agir Qamişlo ragihand ku li dijî rêbazên nemirovane yên dewleta Tirk, gerîla her tim afirîner e û got, "Gerîla li vê xakê xwedî tecrûbe û kedeke mezin e. Dijmin nikare bi hêsanî bê û keda azadiyê ya gerîla tune bike. Em ê teqez hesab ji dijmin bixwazin. Îsal nebe jî sala bê teqez wê hesab ji dijmin bê xwestin."