'Em ê heta dawiyê xwedî li nirxên şehîd Zîlan derkevin'

Gerîlaya YJA Starê Jiyan Rêdûr destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê xwedî li nirxên Şehîd Zîlan derkevin û got, "Di nava tevgera me de bi hezaran hevrêyên me hene ku xeta fedaî ya hevala Zîlan dewam dikin."

Gerîlaya YJA Starê Jiyan Rêdûr bi wesîleya salvegera 27'an a şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) ku 30'ê Hezîrana 1996'an li Dersimê çalakiya fedaî kir, ji ANF'ê re axivî.

Jiyan Rêdûr di şexsê şehîd Zîlan de bi bîranîna şehîdên şoreşê hemûyan dest bi axaftina xwe kir û got, "Xwedîderketina li têkoşîna azadiyê ya hevala Zîlan nirxeke. Em dixwazin li çiyayên azad xwedî li nirxên hevala Zîlan derkevin û wê seknê nîşan bidin. Hevala Zîlan ku tenê salekê di nava partiyê de ma, ji bo me pêşengeke fedaî ye. Ji ber ku hevala Zîlan ji bo me xeta fedaî afirand. Nirxên ku di nava partiyê de afirand heta niha jî dewam kir. Mirov matmayî dimîne ku mirov di demeke ewqasî kurt de dibe şervaneke bi vî rengî. Bi dilsoziya xwe ya li partiyê, kesayetiya xwe û çalakiya xwe di temenê ciwan de xeteke fedaî afirand.

Ruhê berxwedanê yê hevala Zîlan timî bi me re ye. Di nava tevgera me de şopdarên fedaî yên hevala Zîlan ên mîna Andok, Êrîş, Zinar, Doga, Eylem û Tîrêj, bi hezaran hevrêyên me yên mîna wan hene. Ji bo armanca nîvcomayî ya şehîdên xwe em li ser rêya wan dimeşin. Hevalên me yên ku dan ser şopa hevala Zîlan û bûn fedaî, îro deryaya azadiyê afirandin. Dijmin hewl dide vê deryayê biçikîne, lê wê nikaribe bi ser bixîne. Şehîdên me bûn dilopek û ev deryaya azadiyê li her derê belav kirin. Heta ku fedaiyên Rêber Apo hebin wê dijmin nikaribe bi hêsanî êrîşî gelê me, xaka me, jinan û ciwanan bike.

Ev têkoşîna ku li dijî dijmin tê meşandin, mîrateya hevala Zîlan e. Bi saya hevalên Zîlan, Sema, Sara û Bêrîtan em îro di çeperên azadiyê de ne. Yên ku me bi vê jiyanê ve girê didin jî Rêbertî û hevrêyên me yên şehîd in. Bi saya vê yekê tevgera jinê îro gihîştiye vê astê. Berxwedana ku bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li çiyayên azadiyê mezin bû, îro li bajarên Kurdistanê jî belav bû û bandor li tevahiya cîhanê kir. Ev yek jî bi saya Zîlan û Sarayan e. Bi hezaran jinên milîtanên YJA Star û PAJK'ê bi rengekî bêtirs, bêteredût, bi wêrekî bi ser dijmin ve diçin, tola bi hezaran salan hiltînin. Ev yek jî bi saya mîrateya Rêbertî, hevala Zîlan, hevala Sara ye.

Weke gerîlayên YJA Starê em jî dixwazin vê têkoşîna ku bi berdêlên mezin hatiye avakirin, hîn mezin bikin. Her ku em vê têkoşînê mezin dikin, em dibin pîma bombeya hevala Zîlan, agirê li bedena hevala Sema. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ya xeta Rêbertî û têkoşîna hevala Zîlan li cîhanê belav bû û kir ku em jî li ser piyan bimîne. Em şervanên hevala Zîlan in. Bi ruhê Zîlan, Sema, Bêrîtan, Sara em ê teqez bi ser bikevin."