'Em ê heta dawiyê xwedî li bîranînên wan derkevin'

Denîz Derya qala hevrêya xwe Rûken Şirnex kir ku sala 2010'an li Botanê tevlî nava refên gerîla bû. Derya got, "Rûken xwedû ruhekî bêhempa bû, çavkaniya moralê bû. Heta nefesa xwe ya dawî em ê dilsozên bîranîna wê bin."

Di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de gelek çîrokên lehengiyê hene ku dikarin bibin mijar ji fîlm, romanan re. Her çiya, her rêyeke cografya Kurdistanê lehengiyek dîtiye. Yek ji van lehengan jî gerîlaya YJA Starê Heybet Gungen (Rûken Şirnex) e. Rûken Şirnex ku li bajarê Şirnexê ji dayik bû, li Botana wêrek û welatparêz mezin bû ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de xwedî cihekî girîng e. Zilm û zordariya dewleta Tirk a faşîst ji nêz ve dît.

Rûken ku di nava civakê û malbatê de bi hîperaktîfiya xwe dihate naskirin, tevî ku temenê xwe biçûk bû, li ber polîtîkaya mêtingeriyê ya dewleta Tirk a faşîst rabû. Rûken di sala 2010'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya wê Denîz Derya qala Rûken kir: "Hevala Rûken sala 2010'an li Botanê tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku perwerdeya xwe ya şervanên nû bi dawî kir hat qada Kato Jîrka. Li wir em di nava heman tîmî de bûn. Ciwan bû, lêgerînên wê ji temenê wê mezintir bû. Ji bo me çavkaniya moralê bû. Bi taybetî ji aliyê rêxistinî ve gelekî hewl dida ku xwe bi pêş bixîne. Dema ku perwerde li ser analîzên rêxistinî û Rêbertî dihate kirin, pirsên ku wê dipirsîn her kes matmayî dihişt. Di jiyana rojane de jî pêşengî ji kar re dikir. Bi van taybetmendiyên xwe û nêzîkatiyên xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve gelekî dihate hezkirin."

BANDOR LI GELÊ HERÊMÊ KIRIBÛ

Denîz Derya anî ziman ku Rûken Şirnex ji aliyê leşkerî ve jî li pêş bû û got, "Di nava komên çalakiyê de hevala Rûken jî hebû. Rûken tevî hevalên Rojhat û Azad ji bo li konvoyeke dijmin bixin kemîn danîbûn. Di çalakiyê de gelek leşker tên kuştin. Lê belê hevalê Azad birîndar dibe. Herêmê baş nas nakin. Nizanin ku dijmin li ku derê bi cih bûye. Dijmin li qadeke berfireh belav bûbû. Hevalê Azad dema ku birîndar dibe ji hevrêyên xwe dixwaze ku biçin û ew ê şer bidomîne.

Hêzên dijmin bi şêweyê tîpa C kemîn danîbû û zehmet bû ku heval ji nava wê kemînê derkevin. Bi vî rengî du, sê caran li dijî dijmin şer dikin. Sê, çar çeperên dijmin têk dibin. Lê nikarin ji nava kemîna dawî derkevin. Hevala Rûken dema dibîne ku fîşekên wê diqete bombeyê bi xwe ve diteqîne û şehîd dibe. Wê demê li qada Setkar a herêma Kato Jîrka bûn. Hevala Rûken tevî temenê xwe yê ciwan bi lehengî şehîd dibe. Ji wê sekna wê ya jiyanê diyar bû ku wê bigihêje asteke welê ya şehadetê ya hêja.

Sala 2011'an bû. Şehadeta wê bandoreke giran li tîma wê dike. Ew pişta tîma me bû. Gelekî bandor li gelê herêmê jî kiribû. Me dît ku wê bandor li kesên li dijî me jî kiribû. Berxwedana gerîlayeke ciwan di vê astê de her kes matmayî hiştibû. Hevrêyên me di wê çalakiyê de 17-18 leşkerên dijmin kuştibûn. Dijmin ji ber hêrsa ji vê yekê cenazeyê hevala Rûken li Elkê li pey panzerê girêda û li navenda navçeyê kaş kir. Armanca xwe çavtirsandina gel bû. Lê belê berxwedana wê ji vê kiryara dijmin bêhtir bi bandor bû. Gel ji vê yekê bawer dikiribû. Hevrêyên wê heta dawiyê we xwedî li bîranîna wê derkevin."