'Em ê di dilê heqîqetê de bi hevdû re ji bo azadiyê lê bin'

"Te bi sekna xwe ya jiyanê, bi rihê xwe yê heyva 14’ê şevê li pey xwe dihêle, ev bizir di dil û mêjiyê me de çand."

Ji bo bîranîna şervanê azadiyê Orhan Baran, ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de tevlî nav karwanê şehîdan bûye..

"Bêrîkirin, hêsta ku jan dide dilê mirov, her dişewitîne lê nake xwelî û naqedîne. Heta ger bigihîje wateya xwe ya rastîn mirov ji nû ve dide afirandin. Ne şerm e, ne jî guneh e. Hesta herî asê, herî pîroz û herî bi êş e. Ne bi gotin aş dibe, ne jî bi bihîstin. A hêja digere, tenê hezkirin û hev temamkirinê dixwaze. Cihê herî zêde xwe dide hîskirin, bedena ku rihê rêhevaltiyê têde ava bûye ye. Di nav paqijî, xwîngermî, fedakartî û jidilbûnê de bizrê xwe diavêje. Bizrek wisa bêare ku her kêlî xwe nû dike û zêde dibe. Ji ber wê ye ku di bedenan de tebatî nayê û dixwaze xwe bide der. Ji ber wê ye, ne wext guhdar dike ne jî cih. Di her hucreyeke de bêdawîbûna xwe diqîre.

Hevalê bedew a tê bêrîkirinê tuyî. Ya hêja, ya tê hez kirinê û ya hev temamkirinê dixwaze jî tuyî. Te bi sekna xwe ya jiyanê, bi rihê xwe yê heyva 14’ê şevê li pey xwe dihêle, ev bizir di dil û mêjiyê me de çand. Ez? Ez, nîvcomayînan bi gîhandina temamiyê ve erkdar im. Ne sitû tewandî me, ser bilindim bi vê erka payebilind. Ger di jiyanê de sekin û pêkanînên min bibin eynika hedef û armancên heqîqetê, wê demê ez ê layîqî ya hêja bibim, bibim xwedî hezkirineke pîroz. Wê demê bêrîkirin bigîhije wateya rastîn.Têgîna “ez”, “tu”,“ew” bihele, bibe “em”. Em ê di dilê heqîqetê de bi hevdû re ji bo azadiyê lê bin."