'Em ê bi encamên mezin vî şerî bi ser bixin'

Gerîlayê HPG'ê Hogir Serhat işaret bi berxwedana dîrokî ya li Zap, Avaşîn û Metînayê kir û got, "Me bi hêviyeke mezin dest bi vî şerî kir. Em ê bi encamên mezin vî şerî bi ser bixînin."

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di demeke wisa de ne ku di her kêliyên jiyana xwe de bi hestên azadiyê dijîn. Her nefesê bi hêviya ku Kurdistanek a azad bibînin, distîne. Di her şert û mercî de xwe ava dikin, ji hevrêyên xwe yên berxwedêr hêz digirin û wisa mezin dibin. Gerîlayê HPG‘ê Hogir Serhat jî yek ji wan gerîlayan e ku ji berxwedana hevrêyên xwe hêz digire û têkildarî wê berxwedanê ji ANF‘ê re axivî.

Hogir Serhat di destpêka axaftina xwe de berxwedana li Zap, Avaşîn û Metînayê tê raberkirin, silav kir û got: “Ev berxwedan, ji bo me, xwedî wateyeke dîrokî ye. Ji ber ku berxwedana li wir tê kirin ne ji rêzê ye. Em jî weke ku li qada Xakurkê cih digirin, dixwazin piştgiriyê bidin. Her çiqas pêvajoyeke giran be jî dema em berxwedana li wir dibînin, îradeya ku heval raber dikin, moral dide me. Ew jî dibe sedem ku em baştir tevlî pratîka li vir bibin. Em dixwazin bibin layiqê hevrêyên ku di vê berxwedanê de şehîd bûne.”

'BERXWEDAN DI ASTA HERÎ JOR DE YE'

Hogir Serhat diyar kir, ku ew di pêvajoyeke pir giran de derbas dibin, ji ber ku ev şer şerê hebûn û nebûnê ye û wiha pê de çû: “Lewma çi ji me were xwestin em ê bikin, berdêl çiqas giran dibe bila bibe, em ê bidin. Ji ber ku şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê kirin, niha di qonaxa xwe ya dîrokî de ye. Em dibînin ku dewleta Tirk di şerê xwe de tu rêbaz nehişt ku li dijî gerîla bi kar neanîbe. Çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî gerîla bi kar tîne, ev jî ne li gorî exlaqê şer e. Bi vê diyar dibe ku çiqas zehmetiyan dikişîne. Lê gerîla bi berxwedana xwe asta şer diyar kir. Berxwedana gel û zindanan gihişt lûtkeyên herî jor. Dema mirov li bîlançoya dinihêre jî diyar dibe ku şer di çi astê de ye. Bi rojane çalakiyên hevalan ên li dijî çeteyên Tirkiyeyê dewam dikin. Hem di aliyê teknîkî de hem jî di aliyê leşkerî windahiyên wan pir in.“

'DIVÊ EV BERXWEDAN TENÊ BI GERÎLA NEMÎNE' 

Hogir Serhat destnîşan kir, ku her çiqas êrîş bi ser gerîla de were jî, gerîlayên pispor bi taybet tîmên bi tevger ên nîv xweser, encamên pir mezin bi dest xistin û wiha got: “Ya em anîn vê astê, berxwedana ku niha tê raberkirin e û îlhama xwe ji Rêber Apo, ji berxwedana Îmraliyê digire. Her çiqas berxwedan were raberkirin jî bi qasî ya Rêbertiyê nabe. Ev 23 sal in ku Rêbertî li Îmraliyê bê navber têdikoşe. Em jî dixwazin xwedî li keda Rêbertiyê derkevin. Ji bo wê jî em niha di şerekî pir giran de ne, li rex wê jî divê ev berxwedan tenê bi gerîla sînordar nemîne. Di serî de gelê me yê Kurd, divê hemû gelên Rojhilata Navîn li dijî vî şerê hovane bê deng nemînin. Gelê me jî xwedî îradeyeke mezin, dîrokeke şerker û ezmûnên bi salan e.

Şerê me, ji bo hemû neteweyan e, lewma divê mirov her tim pê serbilind be û neheqiyê qebûl neke. Wê demê em ê jî li dijî desthilatdariyê bibin xwedî hêz û bi ser bikevin. Me bi hêviyên mezin dest pê kir û em ê bi encamên mezin vî şerî bi ser bixin.”