'Em ê bi agirê Newrozê berxwedana Efrînê geş bikin'

Gerîlayên YJA Starê gotin, wê bi coşa agirê Newrozê berxwedana Efrînê geş bikin.

Îsal berxwedana Efrînê mohra xwe li cejna Newrozê xist. Li Efrînê berxwedana dîrokî ya li dijî dagirkeriya Tirk didome. Gelê Kurd jî agirê Newrozê îsal li dijî faşîzmê dadidin.

Gerîlayên YJA Starê, Newroza îsal diyarî gel û berxwedêrên Efrînê kirin. Gerîlayên jin, Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û gelê Efrînê pîroz kir.

Gerîlaya YJA Starê Newroz, berxwedana Efrînê silav kir û got, "Cejna Newrozê li gelê me yê berxwedêr pîroz dikim."

Newroz diyar kir ku ew li nava refên azadiyê bi coş Newrozê pêşwazî dikin û bi bîr xist, agirê destpêkê yê Newrozê yê li dijî faşîzmê li zindanê di şexsê Mazlum Doğan de hate dadan.

Newroz got, "Agirê ku li zindanan hate pêxistin îro li çar parçeyên Kurdistanê gur dibe. Gelê me yê leheng ê li Efrînê li dijî faşîzma AKP'ê bûye yek. Gelê Efrînê ku bi felsefeya Rêber Apo jiyaneke nû diafirîne, bi pêşengiya jinan li ber xwe dide."

Nefel Kato jî diyar kir ku ew bi coşeke mezin li nava refên azadiyê Newrozê pêşwazî dikin.

Nefel Kato ragihand, Newroz serîhildana li ber mêtingerî û faşîzmê ye û destnîşa kir ku sala 2018'an wê bibe sala azadiya Öcalan û gelan.

Nefel Kato got, "Bi coşa agirê Newrozê divê em li dijî mêtingeriyê bibin yek."

Gerîlayeke din a YJA Starê Arjîn jî bi ruhê Barîn Kobanê û Avesta Xabûr, Newroz li gelê Efrînê pîroz kir.

Arjîn diyar kir ku ew ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ne û got, wê bi agirê Newrozê berxwedana Efrînê geş bikin."