Gerîlayê HPG'ê Amed: Berê xwe bidin çiyê

Gerîlayê HPG’ê Erdal Amed destnîşan kir ku wê di şerê li dijî dijmin de, azadiyê bi dest bixin.

Gerîlayê HPG’ê Erdal Amed bang li ciwanên Kurd kir û got: “Berê xwe bidin çiyayan.”

Gerîla Amed ê ji ANF’ê re axivî got: “Li van çiyan her roj şer û serketin tê bi destxistin. Li çiyan, zindananû bajaran êrîş li ser gelê me heye. Rêbertiya me li dijî dijmin berxwedanek mezin raber dike. Berxwedana ku Rêbertiya me raber dike, ji bo me soza tolhildanê ye. Ev soza me ya tolhildanê, şikandina destê dirêjî gel û axa me dibe ye. Rûmet û kerameta me welat û gelê me ye. Divê gelê me jî berê xwe bide çiyan. Ji ber ku qadên xweparatiyê yên herî mezin qadên çiyan e. Divê ciwanên Kurd li kû dibin bila bibin, kîn û hêrsa wan a li ber dijmin kêm nebe. Tola xwe ji bîr nekin. Berê xwe bidin çiyan û refên gerîla. Mil bi milê li dijî dijmin şer bike azadiyê bi dest bixin. Em ji vê bawer dikin.