'Em bi şehîd û şervanên xwe serbilind in'

Kêm maye ku şerê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li dijî DAÎŞ'ê tê kirin biqede. Malbatên şehîdan dibêjin, ew bi heyecaneke mezin li benda serketina vê berxwedanê ne.

Endama Saziya Malbatên Şehîdan a herêma rojava ya bajarê Qamişloyê Fatma Casim jineke Ereb e. Kurê casim Feysel Cerbo sala 2016'an li Til Berakê, hevserê wê Dear Cerbo jî sala 2016'an li Şedadê di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûn. Fatma Casim dibêje, rewşa heyî bi berdêlên şehîdan û bi piştgiriya gel pêk hatiye. Fatma Casim diyar dike, DAÎŞ a ku dibêje ew bi navê Îslamiyetê şer dike, armanca xwe ya rastî qedandina Îslamiyetê ye û wiha dewam dike: "DAÎŞ'ê dixwest, Kurd, Suryan, Ereb, gelan hemûyan bikuje. Me nîşanî cîhanê hemûyî da ku Kurd, Suryanî, Ereb gel hemû yek in."

Fatma Casim destnîşan dike ku hêz û yekîtiya wan a fikrî bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketiye holê û dibêje, "Fikir û felsefeya Rêber Apo kir ku em bi hev re di nava aştî û aramiyê de bijîn û ji biratiya gelan bawer bikin. Em dixwazin zilm li her derê biqede. Ez hem dayika şehîdekî me, hem jî hevsera şehîdekî me. Dibêjim; di vî şerê 8 salan de me gelek zor û zehmetî kişand û berdêl dan. Ji bo gelên me li Rojhilata Navîn di nava aramiyê de bijîn, me bi sedan can dan. Em bi van destketiyên şehîd û şervanên xwe serbilind in. Vê serketinê li gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, li malbatên şehîd û şervanan û li Rêber Apo pîroz dikim."