'Em bang li her kesî dikin ku tevlî berxwedana mezin bibin'

Ji gerîlayê YRK'ê Deniz Serxwebûn Xerzan ku dema êrîşên DAÎŞ'ê di nav berxwedana Kobanê de cih girtî diyar kir divê bi rihê berxwedanê yê Kobanê mirov destekê bide şerê şoreşgerî yê gel û got, ''Em bang dikin ku her kes tevlî berxwedana mezin bibe.''

Gerîlayê Yekîneyên Parastina Kurdistanê (YRK) Deniz Serxwebûn Xerzan piştî ku ji Bakur tevlî nav refên gerîla dibe di nav berxwedana Kobanê de cih digire. Têkiliî naskirina tevgera azadiyê Xerzan wiha dibêje: ''Bi rêya malbatê min tevger nas kir. Ji ber ku malbat welatparêz bû têkilîdanîna bi partiyê re rehet bû. Her wiha şehadetên nav eşîra me û herêma me jî bandor kir ku tevlî nav tevgera azadiyê bibim. Berxwedana bi şehadetan re û lehegî ew daxwaz bi min re çêkir ku tevlî nav tevgera azadiyê bibim.

Sala 2014'an tevlî nav rêxistinê bûm lê piştî bi demeke kurt şerê Kobanê derket. Helbet pêvajoyeke zor bû, ji ber ku bi gava pêşî re me rastiya dijmin dît û bêyî perwerdehiyê em ketin nav qada şer. Li wir me gelek tecrûbe bi dest xist. Bi alîkariya hevalên di berxwedanê de pêşengî kirin û şehîd bûn tecrûbeya şer bi me re çêbû. Dema ku em bi rastiya dijimn re hevrû bûn an em ê tine bibûna an jî ji bilî wê ku em welatê xwe rizgar bikin ti rêyeke dî nebû.''

Deniz têkilî bîranînên li gel hevrêyên xwe yên di şerê Kobanê de jî wiha got: ''Di pêvajoya herî giran de yê ku destek dayî me heval Deniz bû. Ji ber vê navê Deniz min li xwse danî. Heval Deniz ji bakurê Kurdistanê bû. Bi biryardarî , dilnizmî û tevlêbûyina xwe dihate naskirin. Heval Deniz bi azweriya xwe ya li jiyanê û dilsoziya xwe tim dibû mînak. Heval Deniz digot, ''Heke hûn bi rastî dixwazin tevlî nav rêxistinÊ bibin divê rastiya şehîda nû hevrêtiya rêxistinê xweş nas bikin. '' Ji ber vê jî em sond dixwin ku tola hemû şehîdên xwe hilînin. Bi şerê xwe yê şoreşgerî em ê bi ser bikevin. Peywira ku dikeve ser min gerîlayê YRK'ê ew e ku li dijî êrîşên li ser tevgera me û rêbertiya me em bibin bersiveke xurt û dawî li vê bînin. Em ji bo welatê xwe, gelê xwe, nasname û çanda xwe têdikoşin.''

Deniz herî dawî bang li hemû ciwanan û jinan kir ku tevlî şerê şoreşgerî yê gel bibin û wiha got: ''Ji her dîn û baweriyê, ên ku behsa sosyalîzm û demokrasiyê dikin û ji xwe re dibêje mirov e, bila destê xwe li ser wijdanê xwe deyne û ji bo parastina Kurdsitanê tevlî nav refên gerîla bibe. Ji bo ku welatekî azad û rêbertiya azad divê her kes tevlî nav tevgera Kurdistanê bibe. Dijmin şerekî taybet dijî ciwanên me dike û dixwaze ciwanên me ji rastiya wan dûr bixe. Li dijî van êrîşan divê her kes were qadên şoreşger û têbikoşe. Çi dibe bila bibe e mê rêbertiya xwe azd bikin, ji bo azadiya gelê me çi hewce be em ê biki nû heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê şer bikin.
Li bara rêbertî û welatê xwe peywira ku dikeve ser milê me ev e. Çi dibe bila bibe em ê welatê xwe ji dest dijmin derxin, ti hêz nikare pêşî li vê bigire. Heke em nebînin jî hevalên me wê welêt rizgar bikin. Weke Seyid Riza gotî, ''Neviyên me wê Kurdistaneke azad bibîninin'', em jî şerê vê dikin.''