'Elewî hê jî di nava tehlûkeya komkujiyê de ne'

Endamê Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê Eren di salvegera 39. a Komkujiya Mereşê de axivî û got, AKP û CHP rolê li hev payê dikin û di mijara xeteriya komkujiya Elewiyan de hişyarî da.

Dewleta Tirk beriya niha bi 39 salan li Mereşê, bi destê Partiya Tevgera Neteweperest ku partiyeke ji nîjadperestên Tirk pêk tê, komkujiyeke mezin kir. Malên Kurdên Elewî yên li Mereşê hatin şewitandin, zarok û extiyar jî di nav de zêdeyî 100 kes hatin kuştin. Kongreya destpêkê ya PKK'ê di 27'ê Mijdara 1978'an de hatibû kirin. Komkujiya Mereşê jî di navbera 24-25'ê Kanûna 1978'an de hatibû kirin. Ji belgeyên piştre derketin holê û axaftina hin siyasetmedaran piştre hate fêhmkirin ku ev komkujî planeke dewletê ye ji bo pêşîgirtina li pêşketina Tevgera Azadiyê ya Kurd. Di ser re 39 sla derbas bûn, lê polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Kurdan û Elewiyan hê neguheriye. Gef û xeteriya komkujiyê ya li ser Elewiyan hê jî dewam dike. Endamê Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê Cîhan Eren li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

JI DEMA AVABÛNA XWE VE DEWLETEKE KUJER E

Eren da xuyakirin ku ji bo Elewiyan di navbera Osmanî û warîsê wê TC de cudahî nîne û anî ziman ku dewleta Kemalîst beşek ji Elewiyan bi navê 'Bektaşî' di nava dewletê de bi cih kir û propaganda "Komara Ataturk di heman demê de dewleta Elewiyan e" hate kirin.

Eren bi bîr xist ku Kemalîstan bi Koçgiriyê dest bi komkujiya Elewiyan kir û ya herî mezin jî li Dersimê kir. Cîhan Eren destnîşan kir ku 12'ê Îlonê jî di navê de di hemû darbeyan de ev hedef ti carî neguherî.

Eren işaret bi Plana Şark Islahatê kir û da zanîn ku biryara "Divê Elewiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê werin tinekirin, eger nikare bê tinekirin divê werin asîmîlekirin" hatiye dayin û di vê polîtîkaya tinekirina Kurdan de Kurdên Elewî bûne hedefa stratejîk. Eren destnîşan kir ku di rapora Mufetîşiya Ûmûmî de wiha hatiye gotin: "Heta ku em Elewiyan tine nekin, nepêkan e ku em Kurdan bikin Tirk."

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren diyar kir ku bi Darbeya 12'ê Îlonê re hatiye xwestin ku polîtîkaya înkar û tinekirina Kurdan bê meşadin û da zanîn ku deriyê vê polîtîkayê yê li Kurdistanê vedibe Mereş e. Eren got, "Dewletê ev komkujî hem ji bo pêkanîna darbeyê hem jî ji bo dayina peyamekê kir." Eren anî ziman ku ev peyam jî wiha ye: "Serî hilnedin! Eger hûn xwe nêzî Tevgera Azadiyê ya Kurd bikin, eger hûn serî hildin, em ê we tine bikin."

Eren da xuyakirin ku dewletê her tim Elewî weke amûrek ji bo polîtîkaya xwe bi kar aniye, vê yekê hê jî didomîne û got, "Çawa ku Kemalîstan bi rêya laîktiyê Elewî bi kar anîn, AKP jî bi netewperestiyê parastina senteza Tirk-Îslamê dike û dixwaze bi rêya vê yekê jiyana xwe bidomîne."

ROLA KU DEWLETÊ DAYE AKP Û CHP'Ê

Eren destnîşan kir ku dewleta Tirk di polîtîkaya Elewiyan de wezîfe di navbera AKP û MHP'ê de dabeş kiriye û li ser rola van partiyan wiha axivî: "AKP bi gotinên olperestiyê zextê li Elewiyan dike û wan ber bi aliyê CHP'ê ve dehf dide. Bi vî rengî hewl dide ku Elewî xwe ji Tevgera Azadiyê ya Kurd vegirin. Naxwaze Elewî li qada siyasî bibe hêzek. CHP jî bi gotinên 'sekuler-laîk' hewl dide Elewiyan li cem xwe bihêle. Polîtîkaya li dijî Elewiyan berfireh e. Polîtîkayek ji şîdet, asîmîlasyon û tirsandinê pêk tê."

DEQKIRINA MALAN TIŞTEKÎ JI RÊZÊ NÎNE

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren bal kişand ser deqkirina malên Elewiyan ji aliyê faşîstan ve û destnîşan kir ku ev jî nîşan dide, ku xeteriyeke mezin li ser Elewiyan heye. Eren got, "Deqkirina malên Elewiyan bi taybetî di pêvajoyeke ewçend krîtîk de manîdar e. Ne tenê li Kurdistanê, li Ege û Stenbolê jî malên Kurdên Elewî hatin deqkirin. Divê Elewî vê siyasetê bibînin. Yên ku deq dikin, hêzên paramîlîter ên ser bi AKP'ê ve ne. Ji aliyê AKP'ê ve hatine birêxistinkirin ku di pêvajoyê krîtîk de dest li herêmên ji kontrolê derketine werdin. Çawa ku Kemalîstan ji bo darbeyê bikin kuştina Elewiyan didan ber çavên xwe, niha jî AKP bi bikaranîna hêzên xwe yên paramîlîter hewl dide li ser desthilatdariyê bimîne."

ELEWIYÊN LI NAVA CHP'Ê DI XEFLETÊ DE NE

Eren diyar kir ku divê Elewî hay ji xwe hebin û got, "Bi taybetî Elewiyên li nava CHP'ê di nava xefletê de ne. Polîtîkayên li dijî Elewiyan bi rêk û pêk in û çavkaniya xwe jî dewlet e. Divê Elewî bi aqlê CHP'ê tevnegere. Heta ku Elewî li dijî CHP û partiyên dewletê helwestê nîşan nedin, wê nikaribin xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Kêm zêde Elewî AKP'ê nas dike, lê belê ya ku niha çanda netêkoşînê diafirîne CHP ye."