Eksîk: Derî li xelkê Îdirê hatiye girtin

Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîp Eksîk bi bîr xist ku Îdir li ser sînorê sê welatan e, lê belê tevî vê yekê jî yek ji wan bajaran e ku bazirganiya wê herî lawaz e, xizanî, birçîbûn û bêkarî di asta herî bilind de ye.

Îdir ku ji navendên bazirganî, çandinî û sewalkariyê ye, ji ber ambargoya aborî ya dewletê di nava birçîbûn û xizaniyê de ye.

Li Îdirê deriyê sînor ê Dîlûcû yê navbera Azerbaycan-Nahçivanê, deriyê sînor ê Alîcan ê bi Ermenistanê re û deriyê sînor ê Boralan ê bi Rojhilatê Kurdistanê (Îran) re heye. Îdir ku deriyê Asyayê yê ber bi Ewropayê ve ye, salên dawî di bin ambargoya aboriyê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê de ye. Li xelkê Îdirê bazirganî hatiye qedexekirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîp Eksîk diyar kir ku girtina deriyên sînor ên li Îdirê tê wateya desteserkirina çavkaniya dawî ya debara xelkê herêmê. Eksîk got, "Îdir tevî ku sînorê xwe bi sê welatan re heye, yek ji wan bajaran e ku bazirganî herî zêde lawaz e. Ji wan bajaran e ku xizanî, birçîbûn û bêkarî di asta herî bilind de ye. Venekirina deriyên sînor nêzîkatiya dijminane ya desthilatdariyê li mirovên li vê herêmê ye. Ji ber ku deng nedaye wan têne cezakirin, ku ev yek jî nayê qebûlkirin."

Eksîk destnîşan kir ku karê destpêkê yê li Îdirê bê kirin vekirina deriyên sînor e ku wê herêmê bi pêş ve bibe û kêm jî be dawî li birçîbûn, xizanî û bêkariyê bîne.