Ekonomiya şer pişta xwe dispêrê Başûrê Kurdistanê

Divê êdî li Başûrê Kurdistanê amûr û alav û tiştên Tirkan tune be. Ji ber ku ev alav her yek jê êdî gule, bombe, tank û top in.

Başûrê Kurdistanê a niha bûye mêtingeheke nû ya Tirkiyeyê. Başûrê Kurdistanê parçeyekî Iraqê ye. Lê çawa ku di warê ekonomiyê de mêtingeheke Tirkiyeyê ye, di warê siyasî de jî di bin zext û pêkutiyên dewleta Tirkiyeyê de ye. Di warê leşkerî de di bin dagirkeriyê de ye.  Ji xeynî rêxistin û yekîneyên veşartî nêzî 20 baregehên leşkerî yên eşkere hene. Tevî tank, top û helîkopteran! Heta demeke dirêj hikumeta AKP’ê ne bi tenê di warê ekonomiyê de pişta xwe dispêrê wê, di warê siyasî de jî piştgiriya AKP’ê dihat kirin. Serokê PDK’ê Mesût Barzanî, li Amedê tevî Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises di kongreya AKP’ê de piştgirî dan Erdoganê faşîst. Erdogan di dema referandûmê de û piştî referandûmê her cure heqaret li Rêveberiya Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê kir. Lê hê jî Başûrê Kurdistanê ji bo AKP’ê nîmeteke gelekî mezin e. Ji sedî 70 hatina aboriya Başûrê Kurdistanê diçe ji Tirkiyeyê re. Tirkiye bi van pereyan li ser Kurdan zilmê dike. Efrînê dagir dike, li Bakurê Kurdistanê û li Rojava her roj bi dehan Kurdên sîvîl û şervan qetil dike.

Li hemberî polîtîkayên AKP’ê yên ku cudakariya naxe navbera Kurdên Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat û dijminatiya hemû Kurdan dike, gelo wê helwesteke Kurdan hebe? Hemû Kurd gelo wê li hemberî vê îktîdara faşîst nesekinin? Yan jî li bendê ne ku, dor were ser wan! Gelo Başûrê Kurdistanê nabîne ku êdî dor tê wê? Gelo ji helwesta AKP’ê ya piştî referandûmê tiştek fêm nekirine? Tê dîtin ku PDK û YNK tu şîret ji vê bûyerê nestendine. Lê gel, ciwan, jin, ronakbîr û nivîskarên Başûrê Kurdsitanê dersên mezin ji vê bûyerê derxistine. Gelê Başûr piştgirî dan Berxwedana Efrînê û diyar kirine ku ew gihiştine asta bîra welatparêziyê. Gelekî baş fêm kirine ku dewleta Tirk her dem dijminatiya Kurdan dike. Gelê Başûrê Kurdistanê bi helwesta xwe ev tişt diyar kirine.

Ma dibe ku mirov piştgiriyê bide desthilatdariyeke ku dijminatiya Kurdan dike?  Piştî referandûmê jî AKP’ê di warê ekonomîk de gef li Başûrê Kurdistanê xwar. Lê AKP dizane ku ew ê jî xisarê ji vî tiştî bibîne, ji ber vê serî li vî tiştî nedaye. Ji ber ku her roj ji Deriyê Xabûrê bi sed milyonan dolar pere tê. Ekonomiya AKP’ê ji ber vî tiştî jî nakeve krîzê. Heke bi milyon dolarên ku ji Başûrê Kurdistanê diçe ji AKP’ê re û AKP bi xêra vê piştgiriya ekonomîk li ser piyan e û êrîşî Kurdan dike, nexwe divê ev mûslix were girtin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê ji kêmkirina dahata ku diçe ji Tirkiyeyê, banga boykotkirina alav û amûrên Tirkiyeyê kir. Bang kir ku bila tu kes li Tirkiyeyê neçin betlaneyê. Ev herdu bang gelekî girîng e. Heke boykot pêk were û çûna betlaneya li Tirkiyeyê kêm bibe, wê pişta ekonomiya şer were şikestin. Ji ber vê jî divê gelê Başûrê Kurdistanê bihistyar be. Li Başûrê Kurdistanê li her derê amûr û alavên Tirkiyeyê hene. Alavên xerab, pîs û defo yên depoyên Tirkiyeyê mane û nehatine firotin, li Başûrê Kurdistanê tê firotin. Ev alavên Tirkiyeyê yên ku li Başûrê Kurdistanê difiroşe, ji bo Tirkiyeyê hatineke girîng û mezin e. Tirkiye kara mezin li Başûrê Kurdistanê dike. Hatinên ji vê derê tên, ekonomiya wê li ser lingan dihêle. Ji ber vê jî divê li her çar parçeyên Kurdistanê alavên Tirkiyeyê werin boykotkirin. Divê çavkaniya ku Kurdan qetil dike, Efrînê dagir dike û dixwaze têkoşîna Kurdan bixeniqîne, ji binî ve were qutkirin. Ev ne helwesteke dijwar e û divê bi lez û bez were kirin. Bi vî awayî peywirên sereke yên welatparêziyê yên bingehîn dikare bi cih were.

Li Başûrê Kurdistanê boykotkirina alavên Tirkiyeyê divê wekî kampanyayekê were kirin. Hemû welatparêz divê hevdu hişyar û agahdar bikin. Bêguman kompradorên Kurd ên ku şirîkên dijminên Kurdan e û ji şîrketên Tirkan re dixebitin ew ê bixwazin vê kampanyayê asteng bikin û sabote bikin. Divê mirov guh nede gotinên van kesan. Ji ber ku ew ê kara wan kêm bibe, nabe ku em ê piştgiriyê bidin ekonomiya şer a ku zilmê li Kurdan dike.

Li Başûrê Kurdistanê li her derê alavên Tirkiyeyê hene lê alternatîfa vî tiştî jî heye. Desthilatdariya AKP’ê bi têkiliyên bi PDK’ê re daniye, Başûrê Kurdistanê kiriye mêtingeke aborî. Yan na, alternatîfa van alavan heye. Ne alavên jiyanî ne. Ji sedî 90’ê van alavan dikare ji cihekî din were temînkirin. Li cîhanê raguhestin û barkirin êdî ne tiştekî dijwar û biha ye. Jixwe her cure alavên Çînê li her dera cîhanê heye. Êdî DYA û Ewrûpa jî dixwaze xwe ji van alavên erzan biparêze. Ji ber ku em dixwazin bibêjin ku alternatîfa her cure alavan heye, em vî tiştî dibêjin.

Divê êdî li Başûrê Kurdistanê amûr û alav û tiştên Tirkan tune be. Ji ber ku ev êdî gule, bombe, tank û top in. Ciwan û jinên Başûrê Kurdistanê divê van alavên ku hatina wan diçe ji şer re, ne qebûl bike û ne jî bikire. Divê ekonomiya Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê were sabotekirin.

Çavkaniyeke din a ekonomiya şer a dewleta Tirkiyeyê jî turîzm . Ji ber vê jî divê ji Ewrûpayê, ne ji Başûr ne jî ji cihekî din Kurd neçin Tirkiyeyê betlaneya xwe nekin. Kurdên li Ewrûpayê jî divê neçin Tirkiyeyê. Ev têr nake, divê bi dîplomasiyeke mezin a li Ewrûpayê re pêşiya tûrîstan were girtin ên ku dixwazin biçin Tirkiyeyê. Kurdên li Rûsyayê jî dikarin kampanyayeke wisa bikin. Ji ber ku gelek Rûs wekî tûrîst diçin Tirkiyeyê û ekonomiya şer xurt dikin. Ji bo hilweşandina ekonomiya şer, sekinandina çûna tûrîstên ku diçin Tirkiyeyê jî gelekî girîng e.

Yek ji kêşeya bingehîn a Başûrê Kurdistanê jî baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê ne. Divê gelê Başûr û hêzên li Başûr van baregehên leşkerî qebûl nekin. Jin û ciwan bi înîsiyatîfan divê ber bi van baregehan bimeşin. Li her derê dikarin ji bo vî tiştî bimeşin. Heke Başûrê Kurdistanê ew ê azad û demokratîk be, beriya her tiştî divê ev baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê ji cihên xwe werin derxistin. Ev baregeh li ser dilê Başûrê Kurdistanê wekî xencerekê ye. Ev baregeh ji bo Başûrê Kurdistanê gefeke mezin e. Dewleta Tirkiyeyê hê jî statuya li Başûrê Kurdistanê qebûl nekiriye. Heke keysê pê bixîne ew ê wekî Kerkuk û Efrînê êrîşî destkeftiyên Kurdan ên li vir jî bike.

JÊDERK: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA