Ekonomîst Tûnç: Krîza aboriyê bi tecrîdê dest pê kir

Ekonomîst Ramazan Tûnç bal kişand ser bandora nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd a li ser aramiya fînansî ya li Tirkiyeyê û got, "5'ê Nîsana 2015'an dema rawestandina hevdîtinên bi Ocalan re, destpêk e."

Ekonomîst Ramazan Tûnç li ser krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê ji ANF'ê re axivî.

Tûnç got, hikumeta AKP'ê ku bi sozên li ser nirxên demokratîk, serweriya hiqûqê û afirandina destûra bingehîn a nû bû desthilatdar, bala hêzên sermayeyê yên cîhanê kişand ser xwe û diyar kir, bi vê yekê re sermayeya derve hat Tirkiyeyê û Tirkiye heta radeyekê mezin bû.

Ekonomîst Tûnç destnîşan kir, piştî ku hikumet ji nirxên demokratîk, serweriya hiqûqê û afirandina destûra bingehîn a tevlîkar dûr ket krîza aboriyê dest pê kir.

Tûnç anî ziman ku destpêka vê yekê jî 5'ê Nîsana 2015'an dema rawestandina hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ye.

Tûnç ev tespît kir: "Di lîteratura fînansî de em ji vê yekê re dibêjin 'sîstema hişyarkirinê ya pêşwext'. Nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd ji bo aramiya fînansî ya Tirkiyeyê sîstemeke hişyarkirinê ya pêşwext e. Piştî ku hevdîtinên bi Birêz Ocalan re hatin rawestandin, li Tirkiyeyê krîza siyasî dest pê kir û giran bû. Xwediyên desthilatdariyê ji bo desthilatdariya xwe biparêzin welat xistin nava êgir. Li Kurdistanê pêvajoyeke giran a şer û hilweşandinê dest pê kir. Di encamê de jî barekî giran kete ser qada aboriyê û krîza heyî rû da."

Ekonomîst Ramazan Tûnç diyar kir ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê hîn nehatiye kontrolkirin û wiha dewam kir: "Binerin; gotina vê yekê jî weke sûc tê dîtin. Hûn nikarin rewşa heyî ya welêt rexne bikin ku ji ber hikumetê û polîtîkayên wê yên fînansî rewşeke wiha derketiye holê. Beriya her tiştî divê welat ji nava vê rewşê derkeve. Eger hûn aboriyeke xurt dixwazin, pêwîste hûn xwedî demokrasiyeke xurt bin. Eger îro li welatên Skandînavyayê asteke xurt a aboriyê heye û rêjeya hatineyê ya mirovan bilind e, pêwendiya vê yekê bi nirxên wan ên demokratîk heye."

Tûnç da xuyakirin ku gavên demokratîk ên li ser pirsgirêkên siyasî û civakî bandoreke erênî li ser sîstema fînansî dike û got, "Desthilatdariya ku divê niha polîtîkayeke çêker bimeşîne, bi rengekî berevajî bi polîtîkayên xwe rê li ber rewşa heyî vekiriye.

Tûnç bal kişand ser rêya derketina ji vê krîzê kir û got, "Beriya her tiştî divê pirsgirêka Kurd bi rêbazên siyaseta demokratîk were çareserkirin. Bi taybetî bi polîtîkayên şer ên salên dawî re li Tirkiyeyê mirov ji hev cihê bûn. Pêşîgirtina li vê qutbûnê bi demokrasiyê dibe. Eger hûn demokrasiyê pêk nînin, ev qutbûn wê mezintir bibe û hîn bêhtir rê li ber krîzan veke."