Ehmed: Mûxalefeta rasteqîn a Sûriyeyê em in

Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed kongreya xwe ya duyemîn, dagirkeriya Tirkiyeyê li xaka Sûriyeyê û bêdengiya hêzên navneteweyî li pêşberî vê dagirkeriyê, ji ANF'ê re nirxand.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed kongreya xwe ya duyemîn, dagirkeriya Tirkiyeyê li xaka Sûriyeyê û bêdengiya hêzên navneteweyî li pêşberî vê dagirkeriyê, ji ANF'ê re nirxand.

Ehmed da xuyakirin, ku wan di kongreya xwe ya duyemîn de biryarên gelekî girîng girtine û destnîşan kir, ku ew ê hewl bidin li tevahiya Sûriyeyê belav bibin. Ehmed anî ziman, weke gava destpêkê ew ê li herêmên hatine rizgarkirin, nûnertî û navendên xwe vekin.

Ehmed got, "Di dema navbera her du kongreyan de, hin kesayetên girîng ên mûxalefeta Sûriyeyê ku naxwazim navên wan eşkere bikim, her wiha sazî û kom tevlî nava xebatên meclîsa me bûn. Ev yek tê wateya, belavbûna li herêman. Me biryar dan li tevahiya Sûriyeyê xwe bi rêxistin bikin. Di heman demê de plansaziya vê yekê jî hat kirin. Di demeke nêz de em ê li gorî vê yekê dest bi kar bikin. Ji ber vê yekê, hem komîteya siyasî hem jî komîteya serokatiyê hat berfirehkirin."

'DURÛTÎ TÊ KIRIN'

Ehmed bibîr xist, ku her du kongreyên wan li ser axa Sûriyeyê ya ku dixwazin çareseriyê lê bafirînin pêk anîne û wiha dewam kir:

"Ez dipirsim; gelo kîjan ji kes-komên ji xwe re dibêjin 'em mûxalefeta Sûriyeyê ne' li ser axa Sûriyeyê civînek pêk anîne. Em rêxistina sîwana siyasî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ne. Hebûna me ji aliyê hêzên navneteweyî ve jî tê qebûlkirin. Têkilî û hevdîtin li ser vê bingehê tên kirin. Di hemû têkilî û hevdîtinan de em bi vî rengî tên pêşwazîkirin. Lê belê em niha tevlî hevdîtin û konferansên qaşo çareseriyê yên mîna Cenevreyê nayên kirin. Bi dîtina me, ev yek durûtî ye. Ji ber zextên siyasî û leşkerî yên hin hêzên mîna Tirkiyeyê, dibe ku hin hesab tên kirin. Ji ber vê yekê jî nêzîkatiya 'ne niha, dibe ku di dema pêş de hûn tevlî bibin' li me tên kirin. Em vê yekê weke hewldaneke mijûlkirinê dibînin. Xuya ye ev rewş wê di dema pêş de hinekî din zelal bibe. Ji ber êdî hatine dawiya her tiştî."

'TIRKIYE DAGIRKERIYA XWE FERMÎ DIKE'

Ehmed bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk jî û anî ziman, lîstikeke din a şano ya radest bike-radest bigire hatiye lîstin. Îlham Ehmed got, "Rewşa ku li Babê qewimî, rewşeke gelekî trajîk e. Bazar û hesabên hêzên herêmî li ser axa Sûriyeyê dikin, ne li gorî berjewendiyên welat û gelên Sûriyeyê ne. Ev rewş hin nakokiyên nû derdixîne holê. Ev bazarî û hesab herî zêde zerarê dide gelên Sûriyeyê."

'TIRKIYEYÊ BAB KIRÎ'

Ehmed bibîr xist, ku di roja destpêkirina konferansa Cenevreyê de DAIŞ'ê Baba radestî Tirkiyeyê kir û bi vî rengî hewl hat dayîn destê komên ser bi Tirkiyeyê ve bê xurtkirin.

Ehmed got, "Bab ji aliyê Tirkiyeyê ve hat kirîn. Di encama bazariya navbera DAIŞ'ê û dewleta Tirk de hat firotin. Tirkiyeyê kirî. Vê yekê jî weke serketinekê nîşan dide.

DAIŞ ji Babê derneket. Navê xwe guherand, mîna li Cerablûsê. Dîmenên niha li Cerablûsê derdikevin holê, gelekî eşkere nîşan didin ku ew endamên DAIŞ'ê ne. Ya ku hatiye guhertin nav û al e. Kes heman kes e. Zîhniyet heman zîhniyet e. Pratîk û pêkanîn yek e."

Îlham Ehmed got, "Bab vala kirin û bi erdê re kirin yek. Li ser vî bajarê ku wêran kirine, bazariyê dikin."

Hevseroka MSD'ê, qereqolên Tirkiye li Cerablûs, Raî, Ezaz û Şehbayê çêdikin nirxand û anî ziman, bi vê yekê re hewl tê dayîn Sûriye bê parçekirin. Ehmed got, "Ev yek krîza li Sûriyeyê girantir dike. Bi vê yekê re dixwazin dagirkeriya xwe rewa bikin."

Ehmed da xuyakirin, her gaveke Tirkiyeyê ji bo Sûriyeyê xeteriyeke mezin e û got, "Ne tenê ji bo Efrîn û Şehbayê. Divê ji bo tevahiya Sûriyeyê helwest li dijî vê were nîşandan. Em dixwazin vê helwestê derxînin holê."

'ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK KOÇBERÎ ZÊDE KIR'

Ehmed diyar kir, bi Babê re pirsgirêka koçberiyê zêde bûye û bi sed hezaran mirov derbasî Efrîn û Minbicê bûne.

Ehmed bal kişand ser nêzîkatiya cotstandartiyê ya Neteweyên Yekbûyî di mijara koçberan de nîşan dide û got, "Heta niha ti alîkarî ji koçberên li herêma me re nehatiye dayîn. Bêguman ev yek bi zanebûn tê kirin. Ya rast, ev rewş dikare weke planekê bê nirxandin. Bi vê planê re mirovên ji şer reviyane û xwe li herêma me girtine, bi birçîbûnê tê terbiyekirin. Bi vî rengî dixwazin bikin ku ev koçber ji vir biçin û derbasî Tirkiyeyê bibin."