Ehmed Hecî Reşîd: Çima hikûmeta Iraqê li dijî dagirkeriya Tirk bêdeng e!

Serokê Lîsteya Komelî Îslamî Ehmed Hacî Reşîd, anî ziman ku heyîna leşkerên Tirk a li nava xaka Başûrê Kurdistanê tê wateya derbaskirina serweriya xaka Iraqê. Reşîd pirsa “Çima hikûmeta Iraqê li dijî dagirkeriya Tirk bêdeng e?” kir.

Serokê Lîsteya Komelî Îslamî yê bajarê Silmanî yê namzetê Parlemetoya Iraqê Ehmed Hacî Reşîd, têkildarî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistan û bernameya Komela Îslamî ya di derbarê hilbijartina Iraqê de ji ANF’ê re axivî.

‘ÇIMA HIKÛMETA IRAQÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BÊDENG E’

Ehmed Hacî Reşîd bal kişad ser heyîna leşkerên Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û got: “Heyîna leşkerên artêşa Tirk û êrîşkirina li ser xaka Başûrê Kurdistanê tê wateya derbaskirina serweriya xaka Iraqê. Mixabin hikûmeta Iraqê li dijî van hemû binpêkirin û pêkutiyan bêdeng e. Dîsa li ew navçeyên ku êrîşên artêşa Tirk lê dom dike, di bin serweriya PDK’ê de ye. Gelo çi karê artêşa Tirk li wir heye.  Eger ne bi destûra PDK’ê û hikûmetê hatibe, baş e ew peymana ku li navbera Tirkiye û PDK’ê de hatî îmzekirin û beşek hatî ragihandin, li vir pirs dikim baş e çima beşa nehatî ragihandin nayê eşkerekirin?”

 ‘BI KONGREYA NETEWÎ WÊ ÇARESERÎ PÊK WERE’

Serokê Lîsteya Komelî Îslamî Ehmed Hacî Reşîd, di derbarê lidar xistina Kongreya Netewî û Yekîtiya Netewî de jî axivî û ev nirxandin kir: “Ji bo lidar xistina Kongreya Netewî pêwîstî bi bingehekî saxlem heye. Lê di vê rewşê de ku ev partî li ser desthilatê be nabe. Ji ber ku heta niha namzetên partiyan nikarin li Hewlêr, Dihok û Zaxo propaganda bikin û êrîş li ser tên kirin. Dîsa yek ji bendên din azadiya rojnamegeriyê li herêma Kurdistanê nîne. Yekane sedemê ku rê nade Kongreya Netewî pêk were Partî Dîmukratî Kurdistan (PDK) ye. Hêviya me heye ku Kongreya Netewî pêk were, wê eniya gel ava bibe û bi Yekîtiya Netewî wê gel jî pêş bikeve.”

‘DIVÊ DEWLETEKÎ CIVAKÎ HEBE’

Hecî Reşîd bal kişand ser bernameya hilbijartinê ya Parlementoya Iraqê û got: “Em weke hîzbekî siyasî yê olî ne, lê baweriya me bi dewleta Îslamî nîne. Baweriya me bi dewletekî civakî heye. Ji bo wê Iraq xwedî netew û olên cihê ye ji bo wê divê siberojekî pir alî hebê ku hemû kes û civak sûd jê bigire. Em ji bo gel li ser çar tewerên azadî siyasî, ewlehî, wekhevî û xizmetgorzarî aborî ye.

‘HERÊM Û NAVÇEYÊN DIKEVE MADEYA 140, CIHÊN KURDAN IN’

Serokê Lîsteya Komelî Îslamî yê bajarê Silmanî yê namzetê Parlemetoya Iraqê Ehmed Hacî Reşîd bal kişand ser Destûra Bingehî a Iraqê û herêmên bi nakok ên madeya 140 û wiha pêde çû: “Di destûra Bingehîn eger ku xirabiyek hebe ew jî madeya 140. Madeya 140 ew herêm û navçeyên ku heta niha li ser nokokî dewam dike, lê di rastiyê de ew herêm û navçe yên Kurdan in. Ji bo çareserkirina vê bendê ji sala 2005 heta 2007 li bendê bû çareseriyek bê kirin, lê mixabin nehate kirin jî ev kêşe dom dike.”

‘EM HEW DIKARIN SIYASETA PDK Û YNK’Ê PÎNE BIKIN’

Serokê Lîsteya Komelî Îslamî Ehmed Hacî Reşîd li ser pirsa ku hûnê li Parlementoya Iraqê li gel PDK’ê û YNK’ê hevgirtinê bikin yan ne, got: “Em weke Komela Îslamî nikarin carekî din li gel PDK’ê û YNK’ê peymanan çêbikin. Beriya vê her tim em neçar bûn direwên wan pîne bikin. Êdî em nabin hevkariyên siyaseta wan a qirêj.”