Egîdbûna di kêliyên azadiyê de

Gerîla Elî bi biryardariyeke xurt tevlî nava refên têkoşînê bû. Hêvî û armanca wî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dîtina Kurdistaneke azad bû.

Gerîlayê bi navê Îbrahîm Elçî li Cizîrê ji dayîk bû û li nava malbateke welatparêz mezin bû. Bi welatparêziya malbatê re di zarokatiya xwe de partî ji nêz ve nas kir û pê ve hate girêdan. Gerîla Îbrahîm Elçî bi lêgerîna xwe ya ji bo azadiyê û tolgirtina şehîdên malbatê û tevahî şehîdên Kurdistanê, di temenekî ciwan de berê xwe da çiyayên azad û bû Elî Eblerî.

Bi biryardariyeke mezin tevlî nava refên têkoşînê bû. Gerîla Elî li gelek Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava lêgerîn û hewldana xwegihandina azadiyê de bû. Di her şîvereyekê de şopên xwe yên azadiyê hişt û bû efsaneya jiyanê.

Gerîla Elî Eblerî di her kêliya xwe ya nava partiyê de, ji bo bibe şervanekî azadiyê têkoşiya. Gerîla Elî bi dîtinên xwe yên azadî û tevlêbûna xwe li nava PKK'ê bi van gotinan anîbû ziman: "Min di nava malbatê de bi temenekî piçûk tevgera azadiyê ji milê bavê xwe ve nas kir û pê ve hatim girêdan. Di zarokatiyê de PKK ji bo min hêviya mezin bû. Rojane xeyalên min bi PKK’ê mezintir û bi watetir dibû."

Gerîla Elî bi dewamî wiha axivî bû: "Bi gavavêtina xwe di nava partiyê de, min ji nêz ve kêliyên azadiyê bi hevrêyên xwe dît. Min dît ku jiyanê di nava van çiyayan de xwe hûnandiye, lêgerînên min jî xwe dispart wan çiyayan. Ji bo vê jî pêwîstî bi hezkirina welat û girêdana bi wê ve diviyabû. Ez jî weke ciwanekî Kurd ji bo bibim şervanê azadiyê, min barê vê şoreşê da ser milê xwe û berê xwe da van çiyayan."

Gerîla Elî bi biryardariyeke xurt tevlî nava refên têkoşînê bû. Hêvî û armanca wî azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dîtina Kurdistaneke azad bû.

Gerîla Elî di 19'ê Sibata 2019'an de di encama êrişa bi balafirên şer a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.