'Eger me zilm qebûl kiriba, em koçber nedibûn'

Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê nerazîbûn nîşanî hikûmeta Iraqê dan ku dixwaze wargehê bi têlan dorpêç bike û gotin: "Çi pêwîst be em ê bikin û em rê nedin ku wargeh bê dorpêçkirin."

Di 27’ê Kanûna 2021’ê de hêzên Iraqê ji nişka ve xwestin bikevin Waregeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin. Li ser vê yekê gelê wargehê herikî benda kontrolê û nerazîbûn nîşan da. Piştî nerazîbûn û berxwedana gel hêzên Iraqê paşve kişiyan. Herî dawî cardin Iraqê ji rêveberiya Mexmûrê re ragihandibû ku wê dora wargehê têl bike. Hîn jî metirsiya dorpêçê li ser wargeha Mexmûrê didome.

Jinên Wargeha Mexmûrê têkîldarî mijarê ji ANF’ê re axivîn. Jinan diyar kirin ku wargeha Mexmûrê, wargehek siyasî ye ne ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî penaber bûne û bilêv kirin ku ew ê ti carî têlkirina wargehê ango bindestiyê qebûl nekin. 

‘BILA HIKUMETA IRAQÊ Û NETEWEYÊN YEKBÛYÎ HURMETÊ NÎŞANÎ WARGEHA MEXMÛRÊ BIDIN’

Berdevka Komîteya Malbatên Şehîdan Sultan Yildiztan diyar kir ku wargeha Mexmûrê, wargeheke penaberan e û wiha nerazîbûnên xwe anî ziman: "Dewleta Tirk bi hevakariya dewleta Iraqê û PDK’ê êrîşê me dike. Bi qasî 11 hezar mirov li wargehê dimînin. Êrîşên ku dikin li hemberî gelê Kurd, şeniyên penaber neheqî ye. Tevî hemû êrîşan ji beriya çend mehan xwestin dora wargehê têl bikin. Wargeha me ne mîna wargehên din e. Em ne ji bo jiyana xwe ya rojane an jî ne ji bo berjewendiyên xwe penaber bûne. Em wargehek siyasî ne û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) û hikumeta Iraqê ve hatine qebûlkirin. Lê tevî vê yekê jî dewleta Iraqê, hikumeta Hêrama Kurdistanê û NY’ê dixwaze dora me têl bike. Beriya çend meha ji nişka ve hatin û xwestin derdorê me têl bikin. Gel rabû ser piyan û nerazîbûnên xwe raber kir û li wan gav paşve dan avêtin. Lê piştî çend mehan cardin dixwazin dora me têl bikin. Em bi ti awayî qebûl nakin ku dora me têl bikin. Rojekê zirarê şeniyên Mexmûrê ne gihiştiye dewleta Iraqê û hikumeta Hêrêma Kurdistanê. Gelo çima wê zextê li me dikin? Em berdêla jî bidin, şehîdan jî bidin çi dibe bila bibe em nahêlin der û dorê me bên girtin."

Sultan Yildiztan herî dawî bang li NY û hikumeta Iraqê kir û got: “Em çawa rêze didin axa we û serweriya Iraqê, pêwîste hûn jî li hemberî wargeha Mexmûrê wisa rêzdar bibin. “

‘EM KOLETÎ Û BINDESTIYÊ QEBÛL NAKIN’

Kerîma Kanat jî anî ziman ku ee jinên wargehê tî car rê nadin ku derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin û wiha dewam kir: "Ger dora me têl bikin, wê wargeha me bibe mîna girtîgeheke vekirî. Ji bo astengkirina vê yekê çi pêwîste em weke şeniyên Mexmûrê amadene ku pêk bînin. Pêwîst be em ê xwîna xwe ji birêjin lê em destûr nadin. Piştî ewqas berxwedanî û şehîdan em weke jinên wagehê nahêkib ku gelê me vê zilmê bijî. Ger dora wargehê bê têlkirin çi wateya penaberiya me jî namîne. Ger me zilmê qebûl kiriba, me dev ji axa xwe neberdida û em ne dihatin vir. Em koletî û bindestiyê qebûl nakin. Dewleta Iraqê bi vê biryara xwe armanc û daxwazên dewleta Tirk pêk tîne."

Kanat di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî bi doza xwe re dilsoz bin.