‘Eger hêz li Zînî Wertê bimîne, wê Tirkiye herêmê bombe bike’

Parlementerê Tevgera Goran Yasîn Xizir Teha diyar kir ku çûna hêzên PDK’ê ya li herêma Zînî Wertê pirsgirêkan ji bo xelkê herêmê derdixe.

Parlemterê qonaxa pêncan a Tevgera Goran Yasîn Xizir Teha li ser şandina PDK’ê ya pêşmergeyan a li Zînî Wertê anî ziman ku ji bo wan jî ev yek nebaş e û got: “Ev dever deverekî aram e û seyrangeh e. Hebûna hêzeke wiha ya li herêmê pirsgirêkan ji bo xelkê herêmê peyda dike.

JIYANA WELATIYAN DIXIN METIRSIYÊ

Teha destnîşan kir ku hebûna hêzê ya li vê deverê dike ku welatî jî bi asanî nikaribin li deverê bigerin. Her wiha welatî nikarin biçin zozanan û ev yek bandorê li ser hatina geştyaran a li herêmê jî digire.

‘WÊ TIRKIYE NAVÇEY BOMBE BIKE’

Xizir Teha bal kişand ser metirsiya li herêmê û got: “Eger hêzên PDK’ê, YNK’ê û PKK li herêmê be wê pirsgirêkan bi xwe re bîne. Eger şer û nakokî pêk bê, wê Tirkiye sûdê ji vê yekê bigire û navçeyê bombe bikin. Ev jî wê bike ku herêm ji welatiyan vala bibe.”