'Eger dewleta Îranê neguhere wê hilweşe'

Hevseroka PJAK'ê diyar kir ku eger dewleta Îranê guhertina pêwîst di nava xwe de neke, wê hilweşe û got, "Hewldana serxistina pêngava me, kabûsa rejîmê ye."

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn li ser rewşa heyî ya Îranê û pêngava wan û berxwedana gel ji ANF'ê re axivî.

Zîlan Vejîn qala taybetmendiyên serdema heyî kir ku pergal û rêxistinbûnên kevn ji gelek aliyan ve ji hev dikevin, ji bo avakirina pergaleke nû nakokî û şer giran bûye; sîstema berê di hebûna xwe de israr dike, ya nû jî hîn bi temamî ava nebûye; di nava vê rewşa kaosê de gelek bûyer, rabûna li ber hev diqewime; li gel zor û zehmetiyan her wiha firsend û derfetên nû jî pêşkêş dike.

Zîlan Vejîn di vê çarçoveyê de bal kişand ser rewşa Îranê û diyar kir ku li Îranê zemînê têkoşîna ji bo maf û demokrasiyê bi temamî çikiya ye.

Zîlan Vejîn got, "Hilbijartin, meclîs, sîstema parlamenteriyê, organên qanûndanînê, dadgerî û rêveberiyê, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, di nava derfetên gelekî kêm de di bin kontrolê de dikarin bixebitin, yan jî hebûna xwe bidomînin. Di rewşeke wiha de deriyê ji bo demokrasiyê, bi rawestandina zîhniyet û kiryarên darvekirinê, pêkane."

Zîlan Vejîn destnîşan kir ku di nava gefa darvekirinê de ne demokrasî ne jî azadî dibe û wiha dewam kir, "Ji bo herduyan şert e ku darvekirin bê rakirin. Ji bo rakirina darvekirinê jî divê têkoşîna demokrasiyê bê mezinkirin, her beşên civakê tevlî bibin. Weke PJAK'ê bi pêngava 'Na ji darvekirinê re, dem dema demokrasiyê ye' me xwest hem girîngiya vê têkoşînê diyar bikin hem jî têkoşîna ji bo xwegihandina demokrasiya rasteqîn bimeşînin. Hewldana ji bo serxistina vê pêngavê bêguman kabûsa rejîmê ye. Em di wê baweriyê de ne ku bi têkoşîn û berxwedaneke mezin a bi beşdariya gelan, ku hêvî û daxwaza gelê Kurd e, em ê bi ser bikevin."

Têkildarî bandora pêngavê li tevahiya Kurdistanê jî Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn diyar kir ku pêngava 'Dema azadiyê' ku li tevahiya Kurdistanê dest pê kir û li qada navneteweyî belav bû, ji bo gelên Îranê jî gelekî girîng e.

Zîlan Vejîn anî ziman ku ev pêngav ji bo bidestxistina azadiyê ya bawerî, çand, etnîk û neteweyan girîng e û got, "Li Îranê zexteke giran li ser bawerî û gelan heye, polîtîkaya asîmîlasyonê, darvekirinê û qirkirinê pirsgirêkeke giran e. Tevî vê yekê jî hewl tê dayin ku ev pirsgirêk bê nixumandin û tê înkarkirin."

Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn diyar kir ku rejîma Îranê ji bo nasnameyên neteweyî-etnîkî bi hev bide şerkirin, nakokiyan di nava wan de biafirîne, yekîtiya wan asteng bike hewl dide û wiha dewam kir: "Ji bo vê jî polîtîkayên taybet dimeşîne. Dema dawî di ser pirsgirêka Qerebaxê re hewl da nakokiya navbera Azerî-Ermeniyan kûr bike. Gelên Belûcî û Kurd jî bi rêya darvekirinê û girtinê dixwaze bitepisîne, tecrîd bike. Bi rengê asta duyemîn nêzî welatiyên Ereb dibe."

Zîlan Vejîn destnîşan kir ku ji ber vê yekê gelên Azerî, Belûcî, Ereb û Kurd, bawerî û etnîkên cuda xwedî li pêngavê derdikevin, di hebûna xwe de israr dikin, nasnameyên xwe diparêzin û bi pêş ve dibin.

Hevseroka PJAK'ê diyar kir ku tevlîbûna li vê pêngavê gelekî girîng e ku li tevahiya cîhanê belav bûye û ji bo her kesî bûye hêviyeke nû, afirandina jiyan û sıstemeke demokratîk û wiha dewam kir:

"Dema ku gel û civak bûn yek û yekparebûna xwe bi rengekî rasteqîn pêk anî, ti hêz û sîstem nîne ku li ber wan bisekine. Dîrok nîşan dide ku ti dîktator û sîstema zordar li pêşiya hêrsa gelên Îranê û daxwaza guherînê nikarin bibin asteng. Lewma dîroka gelê Îranê dîroka şoreşê ye. Ji ber vê yekê eger rejîma Îranê guherîn û veguherîna pêwîst neke, eger li gorî daxwazên civakê demokratÎk nebe, wê mehkûmî hilweşînê be."