'Eger ambargo li ser Mexmur bidome wê karesat rû bide'

Nerazîbûna li dijî ambargoya li ser Mexmûrê zêde dibe. Çalakger û rojnamevan Hêmin Mamend bal kişand ser metirsiya ji ber ambargoyê rû dide û xwest, tavilê bê rakirin.

Wargeha Mexmûr ku bi wargeha Şehîd Rustem Cudî tê naskirin, 12 hezar welatiyên Kurdên Bakurê Kurdistanê lê ne. Di sala 1998'an de ji Bakurê Kurdistanê koçber bûne ku li wargehê nîştecih bûne. Zêdeyî 7 meh in Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ambargo daniye ser wargehê.

‘NÊZÎ 13 HEZAR WELATÎ DI BIN AMBARGOYÊ DE NE’

Çalakger û rojnamevanê li bajarê Hewlêrê Hêmin Mamend derbarê ambargoyê ji ANF’ê re axivî û got, " Ev ambargo ji hemû Kurdan re şermeke. Bi taybetî PDK piştî bûyera kuştina berpirsê MÎT’ê Osman Kose di bin bandora dewleta dagirker a Tirk de maye. Nêzîkî 13 hezar jin û zarokên bê sûc di bin ambargoyê de ne, di heman demê de ew xelkên sivîl in û bi biryara Netewên Yekbûyî li wê derê ne."

‘AMBARGO DEWAM BIKE, WÊ KARESATÊN MEZIN RÛ BIDIN’

Mamend her wiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî sûcbar kir û daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Kurd kir ku demek ji yan din zûtir hewl bidin ku ambargo li ser wargehê bê rakirin.

Mamend di dirêjahiya axaftinên xwe de jî got: "Min weke rojnamegerekî çend caran rapor li ser wan çêkirine ku ez ji rewşa wargehê agahdarim. Rewşa wan a tendirûstî û aborî gelek xirab e heta ku çend mehek din ev ambargo berdewam bike wê karesatên mezin rû bide. Dubare daxwaz dikim ku Hikûmeta Herêmê xwe li berçavan re derbas bikin û ambargoyê li ser wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) rakin."