NÛ BÛ

'Eger AKP dest ji polîtîkayên şerê taybet berde, wê rojekê jî nikaribe li ser desthilatdariyê bimîne'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk, polîtîkayên şerê taybet ên AKP'ê nirxand û "Rejîma AKP'ê li ser Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn, Balkanan û cîhanê xeteriyeke mezin e."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir, AKP rejîmeke şerê taybet e, bi vî rengî desthilatdariya xwe didomîne û got, "AKP û rejîma şerê taybet heman tişt e. Eger dest ji van polîtîkayên şerê taybet berde, wê nikaribe rojekê jî li ser desthilatdariyê bimîne. Vê rastiyê dibîne. Lewma bi hemû hêza xwe li dijî civakê têdikoşe. Li dijî hêzên ku weke mûxalîf dibîne, têdikoşe. Ji bilî nûnerên dewleta AKP'ê, kesek nikare li organên weşanê baxive. Hin kes bi nasnameya rojnamevaniyê yan jî rêxistinên civakî yên sivîl dikarin tevlî bibin."

'ABORÎ TÊK ÇÛ'

Cemal Şerîk da xuyakirin, ku aboriya Tirkiyeyê têk çûye û banka navendî jî ji bo bazarê zindî bike, heta jê tê pereyan çap dike û got, "Li Tirkiyeyê tiştekî bi navê aboriyê nema ye, têk çûye. Di dest û bêrîka gel de çi hebe, ji wan distînin. Hilberîn nema ye. Banka Navendî li ser hev pereyan çap dike. Hewl dide bi vî rengî bazarê zindî bike."

XAPANDINA ŞERÊ TAYBET: MÎNA KU HER KES DIJMINÊ AKP'Ê Û DEWLETA TIRK E

Şerîk bibîr xist AKP'ê komên faşîst ên nîjadperest ava kiriye, ew berdaye ser civakê û mûxalîfan û bi vî rengî hewl dide çavê civakê bitirsîne. Şerîk got, "Tu yê bêjî qey ji bilî AKP-Erdogan kesekî li Tirkiyeyê difikire nîne, her tişt bi van ve girê dane. Rewşeke yekdestî afirandine. Hewl didin nîşan bidin, ku her kesên li cîhanê dijminê AKP û dewleta Tirk e. Ev yek jî rê li ber xurtbûna faşîzm û nîjadperestiyê vedike. Ev yek rewşa berbiçav a şerê taybet e."

'HÊZÊN DI NAVA ŞERÊ TAYBET DE CIH DIGIRIN, TIMÎ DIXWAZIN LI SER PIYAN BIMÎNIN'

Şerîk pêkanînên şerê taybet ên beriya niha û yên îro anî hember hev û işaret bi xeteriyên gengaz kir. Şerîk got, "Pêkanînên berê yên şerê taybet, yek ji hezar ên serdema îro ne. Kesên ku di demên bihurî de weke rêveberên şerê taybet dihatin naskirin; Yên weke Tansû Çîller, Dogan Gureş û Mehmet Agar bûn. Di rewşa heyî de, ji karên van kesan û ji tiştên van nekarîbûn bi ser bixînin, ji bo xwe encam derxistine. Lewma hewl didin encamê bi dest bixin. Bêguman ev rewş ji bo tevahiya civaka Tiriyeyê xeterî ye. Ne tenê ji bo Tirkiyeyê û civaka wê, ji bo civaka Kurdistanê, civakên Rojhilata Navîn, Balkanan û Kafkasya jî xeteriyeke mezin e. Ji ber ku hêzeke ku hewl dide xwe di nava şerê taybet de biparêze, dixwaze her tim li ser piyan bimîne."

'EV TÊ WATEYA ŞER'

Şerîk anî ziman, AKP ji bo parastina desthilatdariya xwe li dijî her kesî şer ragihandiye û wiha dewam kir: "Ti girîngiya civakê, çand, siyasî û aboriyê nîne. Yekane tişta ji bo wan girîng, mayîna li ser desthilatdariyê ye. Ji bo vê jî polîtîkayeke welê dimeşînin ku şer li dijî her kesî îlan dike. Li gorî berjewendiyên xwe hewl dide jiyana civakê bi vê polîtîkayê diyar bike. Ev yek tê wateya şer li dijî her kesî. Ji ber ku dema pêkanînên şerê taybet ketin meriyetê, eger bi têkoşîna gel û civakê pêşî lê neyê girtin û desthilatdariya wê ji holê neyê rakirin, ev yek wê bibe xeteriyek ji bo her kesî."

'DESTHILATDARIYA AKP'Ê DIKARE BÊ TÊKBIRIN'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Cemal Şerîk da xuyakirin, ku qareqar û gefên rejîma AKP'ê di heman demê de qelsiya wê radixe pêş çavan û destnîşan kir, eger hêzên demokratîk şoreşger xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin, dikarin bi hêsanî AKP'ê têk bibin. Şerîk diyar kir, divê civaka Kurdistan û Tirkiyeyê vê rastiyê bibîne û got, "Rejîma AKP'ê li ser Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn, Balkanan û cîhanê xeteriyeke mezin e. Bêguman ev nayê wê wateyê; AKP û dewleta Tirk xurt e, dikare her tişta dixwaze bike. Na, gelekî qels û têkçûyî ye. Ji xwe ji ber ku qels e, hewl dide bi êrîşkariyê ser vê qelsî û têkoşîna xwe bigire. Rewşeke welê dafirîne, ji mirovan heye ku dikare her tiştî li ser wan bike. Nepêkan e ku vê bi se bixînin. Ev rewşa ku AKP di nav de ye, ji vê û wêdetir naçe.

Ya girîng ew e, ku civakên Kurdistan û Tirkiyeyê vê rastiyê bibîne û li dijî vê têbikoşin. Eger ev têkoşîna bi biryardarî nemeşe, wê valahî rû bide. AKP jî wê vê valahiyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne, ku niha bi kar tîne. Ya girîng ew e, ku ev derfet radestî AKP/Erdogan neyê kirin. Dema ku şoreşger, hêzên demokasiyê û gelên Tirkiyeyê ev dîtin û li gorî vê yekê xwe bi rêxistin kirin û têkoşiyan, wê ev desthilatdarî di demeke kurt de têk biçe."