Efrînî: Em têk neçûn, em ê Efrînê rizgar bikin

Efrîniyên ku 58 rojan bi lehengî li ber xwe dan û serê xwe li ber zordariya dewleta Tirk netewandin, dibêjin "Em têk neçûn. Em bi berxwedana xwe serbilind in. Efrîn wê teqez rizgar bibe."

Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete, ku li gel piştgiriya leşkerî û siyasî ya NATO û Rûsyayê derbên giran ji şervanên YPG û YPJ'ê xwar, ji bo karibe berxwedana Efrînê bişikîne, dest bi komkujiya sivîlan kir. Destpêkê av li ser gel birîn, bombe li firin û nexweşxaneyan barandin. Ji ber ku gel cih û warê xwe neterikand, vê carê dest bi bombekirina bajarok û navçeyan kir.

DIXWESTIN KU KOMKUJIYA SIVÎLAN BIKIN

Di roja destpêkê ya êrîşê de, dewleta Tirk 176 sivîl ku 27 ji wan zarok, 21 jî jin bûn qetil kir. 484 sivîl jî birîndar kir. Her ku gel li ber xwe dida, dagirkeriya Tirk jî bêhtir hov dibû. Di roja 52'an a berxwedanê de bîlanço giran bûbû; 232 sivîl ku 35 ji wan zarok, 29 jî jin bûn, hatibûn qetilkirin. 668 sivîl jî birîndar bûbûn.

Tevî biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) a agirbestê ya ji bo tevahiya Sûriyeyê, dewleta Tirk bi rengekî bê sînor komkujiya sivîlan dikir.

JI BO PÊŞÎ LI KOMKUJIYAN BÊ GIRTIN, BIRYARA VEGUHASTINÊ HATE DAYIN

Ji ber ku êrîş yekser li sivîlan dihatin kirin û metirsiya zêdebûna komkujiyê hebû, Rêveberiya Efrînê 16'ê Adarê biryara veguhastina gelê Efrînê da. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê, 18'ê Adarê li Şehbayê daxuyaniyek da çapemeniyê û li ser sedema biryara veguhastinê wiha got: "Berxwedana Efrînê derbasî qonaxeke nû bûye. Ji bo pêşî li felaketên mezintir ên însanî were girtin, me biryar dan ku sivîlan ji nava bajêr derxînin." Şervanên YPG û YPJ'ê rê û rêbazên berxwedanê guhertin û dest bi pêvajoyeke çalakiyan a bi rêbaza gerîla kirin.

PLANA DEWLETA TIRK LI BIN GUHÊ BERXWEDANA GEL KET

Dewleta Tirk beriya êrîşê li ser sînor kampên ji konan amade kir û jê hebû ku wê gel koç bike, ber bi wan ve bê. Lê belê tevî êrîşên giran jî Efrîniyan berê xwe neda kampên wan û pêşî li planên wan girtin. Sivîlên ku ji cihên êrîş lê giran bûn koç kirin, destpêkê hatin navenda Efrînê. 53 komun û meclîsên li nava bajêr sivîl pêşwazî kirin û gel jî deriyên xwe lê vekirin.

GEL DAGIRKERÎ QEBÛL NEKIR

Tevî ku êrîşên li ser navenda bajêr giran bûn û her roj gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, Efrîniyan nîşan dan ku ew bi biryar in cih û warê xwe neterikînin. Lê belê bi biryara veguhastinê ya Rêveberiya Kantonê re ji bajêr derketin. 90 ji sedî yê Efrîniyan ku dagirkeriya Tirk qebûl nakin, biryar dan ji bajêr derkevin. Lê belê hin ji welatiyan ku piraniya wan bi emr bûn, biryar dan ku çi dibe bila bibe ji bajêr dernekevin.

175 HEZAR KESÎ KOÇ KIRIN

Piştî rêwîtiya ji du rojan a koçberiyê, zêdeyî 175 hezar Efrînî gihîştin Kantona Şehbayê. Ji aliyê gel û rêveberiya Şehbayê ve hatin pêşwazîkirin û li bjaarokên Ehres, Fafînê, Til Rifat, Kefernayê û nêzî 50 gundên van bajarokan hatin bicihkirin. Ji ber ku herêm hîn nû ji çeteyan hatibû paqijkirin, Efrînî li herêmên mayinkirî man. Bi hezaran Efrînî jî li 10 gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê û bajarokên Nûbûl û Zehra yên Helebê bi cih bûn.

KAMPÊN LI ŞEHBAYÊ HATIN AVAKIRIN

Rêveberiya Kantona Efrînê û Rêveberiya Kantona Şehbayê ji bo pêwîstiyên bingehîn ên gel seferber bûn. Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî derfetên xwe xistin dewrê. Di demeke kin de kampên mezin hatin avakirin û beşeke mezin a Efrîniyan li kampan bi cih bûn. Niha li Kampa Berxwedanê 3 hezar, li Kampa Serdemê 3 hezar, li Kampa Efrînê 500, li Kampa Şehbayê 637 û li Kampa Vegerê jî zêdeyî 100 kes hene.

JINÛVE RÊXISTINBÛN

Efrîniyan li Şehbayê jiyana xwe ji nû ve ava kirin û xwe bi rêxistin kirin. Li aliyê din, li bendê ne ku hêzên rizgariyê Efrînê azad bikin. Gelê Efrînê li cihekî biçûk ji xwe re komun û meclîs, dibistan, nexweşxane û şaredarî vekirin.

'DIVÊ DINYA VÊ BERXWEDANÊ BIBÎNE'

Îdrîs Weqas ku li eniya Cindirêsê ya berxwedana Efrînê cih girt û niha di rêveberiya Kampa Serdemê de ye, diyar kir ku gelê Efrînê erk û berpirsyariya xwe ya dîrokî û însanî bi cih aniye û got, "Çi ji destê gelê Efrînê hat, ew kir. Em heta dawiyê li pişt şervanên xwe sekinîn. Ev yek wezîfeyeke însanî û welatparêziyê bû. Dikarim bêjim ku gelê Efrînê bi rola xwe rabû. Li dijî balafiran tenê bedena me hebû. Dinyayê xwe ker kir. Çekên ji teknolojiya dawî li dijî me bi kar anîn. Ya rast, ev yek li dijî mirovahiyê bi kar anîn. Ji ber ku di şexsê Efrînê de mirovahiyê li ber xwe da, lê dinyayê ev nedît."

'EM Ê EFRÎNÊ TEQEZ RIZGAR BIKIN'

Îdrîs Weqas got, "Em têk neçûn. Şer diqewime, carna mirov bi ser dikeve, carna jî têk diçin. Lê belê em têk neçûn, gelê Efrînê têk neçû" û wiha dewam kir: "Li ser her girên Efrînê, li her newaleke xwe, li binê her darekê berxwedaneke lehengî hate kirin ku bi rojan mirov dikarin li ser biaxivin. Em bi vê yekê serbilind in. Em bi berxwedana xwe serbilind in. Em ê ti carî dest ji Efrînê bernedin û teqez Efrînê rizgar bikin. Li wê derê şehîdên me hene. Em ê dest ji wan bernedin."

Sibe: Talana li Efrînê. Revandina mirovan, destavêtin û fîdye. Planên ji bo guhertina demografiyê. Sîstema nû ya li Efrînê. Komên çete yên li Efrînê û şerê navbera wan. Berxwedana gelê Efrînê.