Efrîn wê ji dewleta Tirk re nemîne

Endamê TEV-DEM'ê Hesen Koçer got, "Biryardariya me zelal e; em ê Efrînê rizgar bikin. Efrîn wê ji dewleta Tirk re nemîne."

Endamê TEV-DEM'ê Hesen Koçer ji ber salvegera dagirkirina Efrînê, li ser armanca dewleta Tirk, rola hêzên navneteweyî û qonaxa duyemîn a berxwedana gelê Efrînê ji me re axvî.

Koçer destpêkê got, "Êrîşa ji bo dagirkirina Efrînê ne tenê êrîşa dewleta Tirk bû, ya dewletan bû" û wiha dewam kir: "Ji xwe dewleta Tirk bi tena serê xwe nikarîbû êrîşeke wiha bike. Eger Rûsyayê qada hewayî lê venekiriba, eger Emerîka û Ewropa bêdeng nemana, wê nikaribû bikira. Bi endametiya xwe ya NATO'yê û bi bikaranîna polîtîkaya berjewendiyan a bi Rûsyayê re 25 hezar çeteyên xwe da ber xwe û êrîş kir. Ji aliyê siyasî ve bi tena serê xwe nikarîbû ji binê vê rabe, ji xwe artêşa wê jî ne xwedî vê hêzê bû."

Koçer anî ziman, armanc ji êrîşa li ser Efrînê tasfiyekirina sîstema demokratîk û aramiyê bû û got, "Ji xwe il gorî dewleta Tirk li ku derê Kurdek hebe divê bê tinekirin. Roja destpêkê bi 72 balafiran êrîşî Efrînê kir. Komkujiyeke mezin li gelê Efrînê kir. Gelek sivîl, jin, zarok, extiyar şehîd bûn."

DEWLETA TIRK JI BO KOMKUJIYÊ ÊRÎŞÎ GEL DIKIR

Hesen Koçer anî ziman, ji ber berjewendiyên aborî û siyasî hêz û dewletên navneteweyî li hemberî dewleta Tirk helwest nîşan nedan û got, "Bi vî rengî gelê Efrînê û şervanên me bi tenê man. 58 rojan bi xurtî li ber xwe dan. Nêzî 500 sivîl şehîd bûn. Gelek şervan jî şehîd bûn. Herî dawî biryar hate dayin ku Efrîn were valakirin, ji ber ku dinya bêdeng bû û dewlet Tirk jî ji bo tinekirinê êrîşî gel dikir. Ji bo pêşî li komkujiyeke mezin bê girtin, ev biryar hate dayin. Yekane sedema vekişînê, armanca ji bo pêşîgirtina li komkujiyan bû. Tenê li taxa Mehmûdiyeyê di êrîşekê de 35 sivîl hatin qetilkirin. Bombe li Nexweşxaneya Avrînê barandin Êrîş li her derê dihate kirin. Gelê Efrînê dest ji berxwedanê berneda. Nîşan da ku li Şehbayê wê cihê xwe di qonaxa duyemîn a berxwedanê de bigire."

HÊVÎYA EFRÎNIYAN A JI BO RIZGARIYÊ TI CARÎ KÊM NEBÛ

Koçer bal kişand ser zor û zehmetiyên li herêma Şehbayê û got, "Destpêkê herêmeke teng bû û saziyên navneteweyî alîkarî nedan. Bi alîkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û gelên Bakurê Sûriyeyê, bersiv ji pêwîstiyên gelê Efrînê re hate dayin. Ya herî girîng jî, gelê Efrînê xwedî çanda birêxistinkirinê ye. Xwe li vir jî bi rêxistin kir, komun û meclîsên xwe ava kir.

Gelê Şehbayê jî bi xurtî xwedî li Efrîniyan derket. Deriyê malên xwe li wan vekir û di avakirina kampan de jî rêveberiya Şehbayê alîkariyeke mezin da.

Gelê Efrînê hêviya xwe ya ji bo rizgarkirina Efrînê û vegera li Efrînê ti carî ji dest neda. Lewma piştgiriyê dide hêzên rizgarkirina Efrînê. Ji heft heta heftê salî her kes dibêje ku divê cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigirin. Extiyarên ji Efrînê dibêjin, 'Em naxwazin li vir bimirin, em dixwazin li Efrînê bimirin'. Ewqasî dilsozê Efrînê ne."

EM Ê EFRÎNÊ RIZGAR BIKIN, EFRÎN WÊ JI DEWLETA TIRK RE NEMÎNE

Endamê TEV-DEM'ê Hesen Koçer ji bo çeteyên bi dewleta Tirk re tevdigere got, "Ji wan heye ku dewleta Tirk wê hin herêmên Sûriyeyê radestî wan bike. Çeteyên ku destek dan dewleta Tirk û êrîşî Efrînê û deverên din ên Sûriyeyê kirin, wê poşman bibin, ji ber ku dewleta Tirk wan dixapîne. Ya rast, ti şensê Îslamiyeta tund, xeta Îhvanî Muslim li Rojhilata Navîn nemaye. Pêwîste ew vê yekê fêhm bikin. Dawiya wan hemûyan ya mirin e, ya jî tasfiye ye. Wê wan bi kar bînin û biavêjin. Ji xwe niha vê dikin.

Berxwedana gelê Efrînê ji bo vegera li Efrînê ye. Gelê Efrînê konferansa xwe pêk anî û biryar da ku Efrînê rizgar bike. Ji bo vê dixebite û têdikoşe. Xwe ji bo vê armancê bi rêxistin kiriye û biryara me jî ev e; Em ê Efrînê rizgar bikin. Efrîn wê ji dewleta Tirk re nemîne."