Efrîn meseleyê zelal dike û yekîtiyê ava dike

Li hemû parçeyên Kurdistanê û li her dera cîhanê dilê Kurdan ji bo Efrînê diavêje. Li Başûrê Kurdistanê gel feraseta partiyên heyî derbas dikin û dibin yek. Ev jî hêza berxwedana Efrînê ye.

Li dora berxwedana Efrînê Kurd û hêzên demokrasiyê tên ba hev. Tişta ku hêzên siyasî nikarin bikin yek, Efrîn dike. Berxwedana Efrînê xwe derbas dike û dibe tiştekî Kurdistanî. Dibe tiştekî Rojhilata Navîn û têkoşîna gelên cîhanê. Li ser Efrînê ev yekîtî pêk tê.

Kurd di dîroka xwe de cara pêşîn gihiştine yekîtiya fikr û ramanên vê astê. Li hemû parçeyên Kurdistanê û li her dera cîhanê dilê Kurdan ji bo Efrînê diavêje. Li Başûrê Kurdistanê gel feraseta partiyên heyî derbas dikin û dibin yek. Ev jî hêza berxwedana Efrînê ye. Hêzên siyasî yên berê yên li Başûrê Kurdistanê jî ji neçarî diyar kirin ku ew bi berxwedana Efrînê re ne. Bi kêmanî diyar kirin ku ew li dijî dagirkeriyê ne.

Mîtînga li Silêmaniyê gelekî baş bû. Hest û ramanên rastîn ên Kurdan li wê derê xwe derxist holê. Nasname û karakterê Başûr êdî wisa ye. Ne bi tenê li Silêmaniyê li gelek cihên Başûrê Kurdistanê ji bo Efrînê piştgiriyeke mezin hate dayîn. Gel xwedî li vê berxwedanê derdikeve. Li hemberî xeta teslîmiyetê ya li Başûr, bi berxwedana Efrînê re moralekî baş tê stendin. Başûr trawma û şikestinên xwe bi berxwedana Efrînê tedawî dike.

Gel bi vî awayî xwedî li berxwedana Efrînê derdikeve lê asayîşa PDK’ê êrîşî xwepêşanderên berxwedana Efrînê dikin. Tişta teqez ev e ku PDK bi vê êrîşê re dixwaze Tirkiyeyê memnûn bike. Piştî referandûmê AKP û MHP’ê heqaretên mezin li PDK’ê kir û PDK jî radibe êrîşî meşvanên berxwedana Efrînê dike. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê çend ciwan birîndar kiriye û hesta xwe ya rastîn derxistiye holê. Ji ber zextên raya giştî ya Kurdan diyar kiriye ku ew li dijî dagirkeriyê ne lê derdikeve holê vê berxwedana li dijî dagirkeriyê jî nayê hesabê wan. Wisa diyar e ku li ba PDK refleksek çêbûye û dibêje heke ez têk diçim bila kesên din jî têk biçin.

 Helwesta PDK û partiyên din çi dibe bila bibe, helwesta gel zelaltir bûye. Ferqa di navbera helwesta gel û rêveberên Başûrê Kurdistanê, rastiya Başûrê Kurdistanê radixe ber çavan. Kêşeya Başûrê Kurdistanê jî ev e. Gelên Başûrê Kurdistanê rêveberiyeke baş a ku ew ê wan temsîl bike, nabîne. Ji ber vê jî her dem krîz derdikeve. Ev jî diyar dike ku li Başûrê Kurdistanê dibe ku pêşveçûn û geşedanên mezin derkeve holê. Vê rêveberiya heyî ya Başûrê Kurdistanê êdî nabe ku bi vî awayî bidome. Li Başûr gel rabûye ser pêyan bi vê re jî li hemberî partiyên li Başûr jî radibin piyan. Bi piştgiriya berxwedana Efrînê re, helwesta li dijî teslîmiyeta partiyên Başûr jî derdixînin holê. Ev tişt dibe ku ne li xema partiyên siyasî yên Başûr be, dibe ku rûyê wan jî sor nebe. Ji ber ku ew ji hêza gel zêdetir xwe dispêrin hêzên derve.

Li Bakurê Kurdistanê jî piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê gelek kes ji desthilatdariya AKP’ê veqetiyane. Li ba Kurdan êdî karakterê AKP-MHP’ê zelal bûye. Bi dagirkirina Efrînê re li Bakur hêrsa li hemberî AKP’ê zêdetir bûye. Tirkiye ne bi tenê li Bakur, li Başûr, Rojava û Rojhilat jî dijminatiya Kurdan dike. Hêzên siyasî yên ku ne li dijî faşîzma AKP û MHP’ê bin, nikarin bibêjin ku em deskeftiyên Kurdan biparêzin. Gelekî girîng e ku derdorên Kurdan ên ku heta duh dijminatiya Tevgera Azadiyê ya Kurdan dikirin, îro li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê helwesta xwe diyar dikin.

Kurdên li Ewrûpayê jî  dîrokekê dinivîsin. Ji sala 1998’an û vir ve li Ewrûpayê çalakiyên wisa nehatine lidarxistin. Kurd bi berxwedana Efrînê re, li Ewrûpayê serdemeke nû didin destpêkirin.

Kurd a niha gelên Amerîkaya Başûr jî bi bandor dikin. Gelek gel û welatan diyar kirine ku ew piştgiriya berxwedana Efrînê dikin. Berxwedana li ser azadiya jinê ya li Efrînê, bandora xwe li jinên Amerîkaya Başûr jî dike. Heta ku berxwedan bidome, ew ê ev piştgirî jî bidome. Li cîhanê berxwedana ku ew qasî moral distîne, gelekî kêm e. Berxwedêrên Efrînê jî, bi vê piştgiriyê re berxwedaneke bêhempa derdixin holê.

JÊDERK: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA