Cîgira Desteya Rêveberiyê ya Şîrketa Anonîm ya Bel-Kentê û Gerînendeya Muhasebeyê ya Şaredariya Êlihê Edanûr Înceyê îstîfa kir. Edanûr Înceyê di daxwaznameya xwe de diyar kir ku ew ê nebe parçeyek ji vê pêvajoya antî-demokratîk.
Daxwaznameya Edanûr Înceyê ku pêşkêşî serokatiya şaredariya hatî desteserkirin kir wiha ye: “Di 4’ê Mijdara 2024’an de qeyûm ji bo Serokatiya Şaredariya Êlihê hat tayînkirin û vîna gel hat desteserkirin. Ji ber vê yekê ez naxwazim bi we re di nav heman banî de cih bigirim û ez ê nebim parçeyek ji vê pêvajoya antî-demokratîk. Ji ber vê sedemê ez ji erkên xwe yên Cîgiraya Desteya Rêveberiyê ya Şîrketa Anonîm ya Bel-Kentê û Gerînendetiya Muhasebeyê ya Şaredariya Êlihê îstîfa dikim.”