Eceyê ku di girtîgehê de hat qetilkirin bi girseyî hate definkirin

Girtiyê nexweşê giran Abdullah Ece yê di girtîgehê de hat qetilkirin li gundê Bana yê li quntara Çiyayê Gabarê bi merasîmeke girseyî bi beşdariya bi sedan kesî hat definkirin.

Cenazeyê girtiyê nexweşê giran Abdullah Ece (73) yê li Girtîgeha Bûca ya Îzmîrê dihat ragirtin û piştî bi koronayê ketibû li nexweşxaneya lê dihat dermankirin şehîd bû, bi awayekî girseyî li gundê Bana yên navçeya Basa ya Şirnexê hate definkirin.

Cenazeyê Ece ku duh şehîd bûbû, bi balafirê anîn Şirnexê. Parlamanterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û rêveberên navend û navçeyan ên partiyê, rêveberên MEBYA-DER’ê û bi sedan kesan cenazeyê Ece li Balafirgeha Şerafettîn Elçî pêşwazî kirin. Cenazeyê Ece yê bi konvoyeke bi sedan wesayîtan pêk dihat anîn gundê Bana yê Basayê, ji bo wecîbeyên wî yên olî pêk bînin birin mizgefta gund.

Cenazeyê Ece yê bi rengên kesk û sor û zer hatibû pêçandin bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Şehîd namirin” li goristana gund hate definkirin.

‘GIRTÎGEH ÎRO VEGERIYANE MALÊN DARVEKIRINÊ‘

Li goristanê Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî. Ozguneş anî ziman ku ew, ew kesên ku li dijî zilm û zordariyê ji bo azadiya gelê xwe ji bo heq û hiqûqê têdikoşinin. Ozguneş da zanîn ku gelê Kurd li dijî tu gelan dijminatiyê nake û got:“ Axa kesê dagir nake û nasnameya kesê înkar nake. Lê serdest van hemûyan li dijî Kurdan dikin. Nahêlin ku gelê Kurd li ser axa xwe bi awayekî azad bijîn. An li serê çiyayekî me dikujin an jî li girtîgehê.. Bi dehan hevalên me ji ber zordestiyê jiyana xwe ji dest dan. Ew munafik in. Gotinên wan û kirinên wan ne yek in. Hevalê me yê Abdûllah jî ji bo maf, hiqûq û azadiyê jiyana xwe ji dest da.”

Malbata Ece wê li gundê Bana şînê qebûl bike.