Rêveberê YNK'ê Ebdulah: Lihevkirinên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re ne niştîmanî ne

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Arêz Ebdulah bal kişand ser gefên êrişê yên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û diyar kir ku armanc ji van gefan êrişa li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye.

Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Arêz Ebdulah têkildarî rewşa dawî ya Başûrê Kurdistanê, bi taybetî piştî serdana Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar a ji bo Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re axivî.

Ebdulah bal kişand ser armanca planên Tirkiyeyê ya li ser Şengal û diyar kir ku mijar tenê Şengal nîne, ji ber ku hedef tevahiya Başûrê Kurdistanê ye. Ebdulah got: "Tirkiye hewl dide û zextê li Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê dike ku li gorî dil û daxwazên wan kar bikin, yan jî armancên wan pêk bînin. Lê nayê wê wateyê ku ya Tirkiye dixwaze bicih bê. Serdana wan a ji bo Iraq û herêma Kurdistanê bi taybetî ji bo berjewendiyên wan bi xwe bûn. Lê dema dibêjin ku bi îhtîmala mezin em ê biçin Şengalê, ev karekî hêsan nîne. Ji ber ku eger Tirkiyê bi hêzên leşkerî xwe bigihîne Şengalê, wê demê Tirkiye wê Iraq û Sûriyê kontrol dike. Metirsî tenê li ser aliyekî siyasî nîne ku biçe Şengalê. Ji ber ku metirsî li ser herêma Kurdistanê, Iraqê, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ye. Ji ber wê eger planeke pir mezin a navdewletî hebe ku ev yek pêk bê, naxwe ketina Tirkiyeyê ya Şengalê ya bi hêzeke çekdarî nepêkan e. Bi taybetî feraseta Tirkiyeyê tê zanîn; eger bigihêje Şengalê wê ji wê xetê ve destpê bike û navbera Başûr û Rojava qut bike, her wiha cihê xwe yê li Mûsil û bi taybetî li Telaferê bi hêz bike û bi vê yekê hegemonya û bandora xwe li ser Bexdayê jî çêbike."

Arêz Ebdulah di dewama axaftinên xwe de qala projeya 2023'an a Tirkiyeyê kir û wiha pê de çû: "Ev projeya dewleta Tirk ku dibêje heta sala 2023'an wê erdnîgarî û nexşeya Tirkiyê biguhere. Li ser vê yekê dixebitin. Eger a dibêjin pêk bê, wê demê tê wê wateyê ku tevîkirina parêzgeha Mûsilê li ser Tirkiyeyê pêk tînin. Her wiha herêma Kurdistanê wê bikeve bin kontrola Tirkiyeyê. Gelo wê civaka navdewletî vê yekê qebûl bike? Gelo wê Iraq û Sûriyê vê bipejirînin? Nepêkane. Gef dixwe, êrîş dike û li hin cihan darbeyan lê dixe, lê bi taybetî piştî guhertina rêveberiya Emerîkayê, ne bawerim ku ya di dema Trûmp de ji bo Tirkiyeyê dihat qebûlkirin di dema Bîden de jî bê qebûlkirin. Hemû tişt hatine guhertin, siyaset û pêywendî hatine guhertin.

Ew projeya Tirkiyeyê ye ya dibêje em ê Mûsilê vegerînin ser nexşeya xwe. Lewre divê Kurd bi xwe xwedî proje be, bi awayekî hûr li guhertinên ku hene temaşe bike û baştir li siyasetên navdewletî binêre. Divê hişyar be û pêwîste nekeve bin xizmeta dewletên ku sûdek wan ji bo gelê Kurd nîne. Divê çi li Bakur, Başûr, Rojhilat û çi jî li Rojava nekeve bin bandora wan. Ji bo herêma Kurdistanê jî bê guman wêrekî û bi hêzbûna hikumetê ya li hemberî bûyeran girînge, her wiha ji bo aliyên din ango alî û partiyên siyasî yên Kurd jî parastina erdnîgarî û li ber çav girtina rewşa herêmê girînge. Divê aliyên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê bi taybetî rewşa herêma Kurdistanê li ber çav bigrin."

Ebdulah di dawiya axaftinên xwe de îşaret bi lihevkirinên veşartî yên di navbera PDK’ê û dewleta Tirk de kir û ragihand ku ew lihevkirinên heyî ne niştîmanî ne û divê PDK naveroka wan eşkere bike. Ebdulah wiha pêde çû: "Pir bi kurtî dikarim bêjim ku heta niha hemahengî, alîkarî û lihevkirin di navbera PDK’ê û Tirkiyê de heye. Ew lihevkirinên ku hene ne niştîmanî ne. Ji ber wê em dibînin ku hemû veşartî û bi dizî ne û nizanî bê ka çi derbas dibe. Eger Tirkiye bi Hukumeta Herêmê re lihevkirinekê çêbike wê demê pêwîste ku naveroka wê lihevkirinê eşkere bike, heta lihevkirina li ser petrol û yên din ên aborî jî wisanin û heta niha nehatine eşkerekirin. Pêwîste eşkere bikin. Baş yan xirab ferq nake, çi bi dilê te be yan nebe divê tu eşkere bikî. Tirkiye wê bi zanebûn dike, naxwaze bi hukumetê re lihevkirinê çêbike. Heta Hukumeta Herêma Kurdistanê jî cidî nagire. Raste ji bo berjewendiyên xwe têkiliya wî heye, lê eger wê cidî bigirtiba û wek hukumetekê nas bikira, çawa ku li welatên mîna DYE, Fransa, Îran û welatên din nûnertiya hukumetê heye, wê wî jî rê bida ku li Enqerê jî nûnertiya wê hebe. Heya niha Tirkiye rê nade ku nûnertiya Hukumeta Herêma Kurdistanê li Enqerê bê vekirin. Ji ber vê Tirkiye hewl dide ku li ser takekesan û partiyan re danûstandinê bike. Ti carî naxwaze bi dam û dezgehên Herêma Kurdistanê re bide û bistîne. Ji ber ku li gorî wî dam û dezgehên niştîmanî ew in û çavên wî li ser e ku rojekê wan bihelîne û tesfiye bike."