Ebadî ji bo amadekariyên operasyona Hawîceyê li Mexmûrê ye

Serokwezîrê Iraqê Ebadî,  li Mexmûrê çû serdana yekîneyên artêşê yên amadekariya operasyona Hawîceyê dikin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder El Ebadî li bajarokê Mexmûrê çû serdana yekîneyên artêşê yên ji bo operasyona Hawîce ya Kerkûkê amadekariyan dike.

Amadekariyên operasyonê didomin, Ebadî îro çû bajarokê Mexmûrê Hewlêrê û çû serdana yekîneyên artêşê. Di daxuyaniya ku ji aliyê ofîsa Serokatiya Iraqê ve hatî kirin de wiha hat gotin; “Ebadî têkildarî operasyonê agahiyên dawî ji fermandarên artêşa Iraqê wergirtiye.”

Navçeya Hawîce ku ji sala 2014’an de di destê çeteyên DAIŞ’ê de ye û ji bo rizgarkirinê hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê piştî rizgarkirina Telaferê dest bi amadekariyên operasyonê kiribûn.