Du zarokên ku di bin kavilê malê de mabûn hatin veşartin

Li Çinarê ya Amedê du zarokên ku di bin kavilên mala xwe de mabûn û miribûn hatin bicihkirin.

Li taxa Barê ya navçeya Çinarê ya Amedê derengiya şevê mala kerpiçî ya malbata Demîroglu bi ser wan de hilweşiya.

8 zarok û dê û bavê zarokan di bin kavilê malê de man. Malbat rakirin nexweşxaneyê lê Guneş Demîroglu ya 14 salî û Dîndar Demîroglu yê 15 salî li nexweşxaneyê mirin.

Maliyên din piştî ku tedawiya wan hate kirin ji nexweşxaneyê derketin. Guneş û Dîndar Demîroglu li goristana taxê hatin bicihkirin.

Hate gotin mala kerpîçî ji ber barana zêde hilweşiyaye.