Du hevşaredar hatin berdan, 8 sal ceza dane Edîbe Şahîn

Hevşaredarên Qerqelî û Sarayê hatin berdan, 8 sal û 9 meh ceza dana Şaredara Berê ya Dersimê Edîbe Şahîn.

Hevşaredarên DBP’ê yên Qerqeliyê û Sarayê Şerafettîn Ozalp û Zîlan Aldatmaz, Endama Meclîsa Şaredariyê ya Sarayê Leyla Tosun ku ev salek û nîv bûn bi hincetên cuda hatibûn girtin îro derxistin dadgehê. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk hat. Ozalp, Aldatmaz, Tosun û kesekî dî ku navê wî nayê zanîn hatin berdan.

8 SAL Û 9 MEH CEZA

Danişîna Şaredara berê ya Dersimê Edîbe Şahîn jî îro hate dîtin. Di danişînê de 8 sal û 9 meh ceza li Şahîn birîn.

Hevşaredar Edîbe Şahîn ku 2009-2014’an li Dersimê şaredarî kirbû bi hinceta ku ‘endamê rêxistinê’ ye doz lê hatibû vekirin. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 1. hate dîtin û şandeya dadgehê 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Şahîn birî.