Du gundên ku pêvajoya serhildanê dan destpêkirin

Çirûska ku destpêkê sala 1988'an li Gundikê Melê, piştre di sala 1989'an de li Girê Çolê pê ket, di nava gel de veguherî berxwedan û serhildanê. Bi pêvajoya serhildanê re siyaseta legal jî veguherî partiyê.

Komkujiyên ku destpêkê li gundê Melê yê Şirnexê û piştre li gundê Girê Çolê yê Silopiyayê rû dan kirin ku di dîroka nêz a Kurdistanê de rûpelekî nû biafire. Hêrsa gelê Botanê ku di 19'ê Îlonê de li Silopiyayê gihîşte asta herî bilind, dema serhildanan da destpêkirin.

piştî têkoşîna çekdarî ya PKK'ê ku di 15'ê Tebaxa 1984'an li Dihê dest pê kir, li cografyaya Bakurê Kurdistanê yek ji ezmûnên herî zehmet hebû. Serokkomarê Tirk ê wê demê Kenan Evren ji bo tevgera azadiyê ya Kurd gotibû '72 saetan temenê wan heye'. Di ser re saet, roj, meh û sal derbas bûn û ne gerîla hate qedandin ne jî berxwedana gel. Di nava çend salên piştî sala 1984'an de gerîla rehê xwe berda nava Kurdistanê. Ji bo tinekirina gerîla rejîma Enqereyê çi jê hat kir.  Bi biryara hikumeta Ozal di Adara 1986'an de sîstema cerdevaniyê xistin meriyetê. Piştî salekê di 10'ê Tîrmeha 1987'an de bi îmzeya Serokwezîr Tûrgût Ozal Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ya der barê Walîtiya Herêma Rewşa Awarte hate amadekirin. Di vê çarçoveyê de Walîtiya Herêma Rewşa Awarte hate ragihandin ku Çewlik, Amed, Xarpêt, Colemêrg, Mêrdîn, Sêrt, Dersim û Wan di nav de bûn.

Rejîma mêtinger bi rêya vê yekê û cerdevaniyê xwest gerîla dorpêç bike û têkoşîna azadiyê ya Kurd ku nû rû da tine bike. Bi Rewşa Awarte re dewletê hiqûqa xwe jî li Kurdistanê ji holê rakir, însiyatîf hemû radestî yekîneyên leşkeriyê û şerê taybet kir. Piştî sala 1987'an gund hatin valakirin, şewitandin, JÎTEM'ê dest bi revandin û kuştina mirovan kir, binpêkirina mafên mirovan û sûcên şer bi navê Rewşa Awarte kirin ku rojane bi rengekî asayî bên kirin.

Berxwedana gerîla ya sala 1988'an a li Çiyayê Bagokê wê bi taybetî rêveçûna Botanê ser û bin bikirabûya. Yekîneyên artêşa Tirk tevî 10 hezar hêzên xwe li Bagokê dest bi êrîşê kirin û li nuqteya ku gerîlayên Artêşa Rizgariya Gel a Kurdistanê (ARGK) weke kampa perwerdeyê bi kar dianî xistin. Nêzî 50 gerîlayên ARGK'ê ku bi balafirên şer û helîkopterên şer hatin dorpêçkirin, ku wan gerîlayan hîn nû dewreya perwedeyê qedandibûn, bi destana ku bi strana 'Li Bagokê' hate vegotin, mohra xwe li dîroka Kurdan xistin.

PÊVAJOYA KU BI BAGOKÊ DEST PÊ KIR

Di şerê Bagokê de gerîlayan 3 helîkopter xistin xwarê, derb li helîkopterekê dan û yek jê serdarê pîlot bi dehan leşker hatin kuştin. Li Bagokê ku 20 gerîlayên ARGK'ê şehîd bûn, şerê ku rû da bû xeleka destpêkê ya şerê mezin ê ku li gelemperiya Kurdistanê belav bibe.

Di dema berxwedana Bagokê de gelê Botanê jî bi alîkariya gerîla ve çûbû. Ev yek jî di dîroka Kurdistanê de tiştekî nû bû. Gundiyên li derdora Bagokê gerîlayên birîndar ji qada şer derxistin, ne tenê alîkariya lojîstîk her wiha erzaq ji gerîla re ragihandibûn. Bagok ku rêzeçiyayekî biçûk e ji Nisêbîn û Mîdyatê dest pê dike û digihêje heta Hezexê, piştevaniya gel û gerîla wê bikira ku dewleta Tirk konseptên nû bixe dewrê.

ÊDÎ SIVÎL HATIN QETILKIRIN

Piştî cerdevanî û Rewşa Awarte êdî komkujiyên sivîlan jî li ser maseya dewleta Tirk bûn. Sala 1989'an weke qirkirina sivîlan û valakirina gundan di dîroka Kurdistanê de tê bîranîn. Bi taybetî artêşa Tirk her ku li pêşberî gerîla têk çû êrîşî sivîlan kirin. Ji bo pêşî li vê bê girtin keyayên gundê Şirnexê yên wê demê li hev kom bûn û derketin pêşberî qeymeqam Cemal Aymaz. Keyayan diyar kirin ku qeymeqam ji wan re got, 'Heta ku li çiyê terorîst hebe dewlet wê her devera bixwaze bişewitîne, hilweşîne û bombe bike. Ji xwe ji ezmanan nayên. Em zanin ku hûn hemû çi ne. Hûn çi dixwazin bikin, dixwazin bi ku ve biçin biçin wê deverê."

Ev gotinên qeymeqam di heman demê de nîşaneya komkujiyên nû bû. Di 23'ê Hezîrana 1989'an de li gundê Gundikê Melê yê Şirnexê li taksiyeke ku berê wê li gund bû hate reşandin. Di encamê de 5 gundiyan jiyana xwe ji dest dan. Hêzên dewleta Tirk piştî vê bûyerê avêtin ser Gundikê Melê û bi êşkenceyê nêzî 20 gundî destgîr kirin. Gundikê Melê ku li pêşberî çiyayê Cûdî ye ji aliyê dewletê ve ji nêz ve dihate naskirin. Ji serkêşê JÎTEM'ê Cem Ersever di bîranînên xwe de bi taybetî dibêje ku wî bi destê xwe gelek sivîlên li vî gundî qetil kiriye.

BI SER TIRSÊ VE MEŞIYAN

Di rojên destpêkê yên Tîrmehê de şêniyên Gundikê Melê ku derdora 3 hezar 500 kes bûn, çûn ser rêya Şirnex-Qilabanê û nerazîbûn nîşanî serdegirtinan dan. Êdî tirsa mêtingeriya dewleta Tirk ji holê dihate rakirin. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan di pirtûka xwe de ya bi navê "Anatomiya şerekî", bi vî rengî qala bûyerên li wê deverê dike ku bi çi rengî rêveçûna dîrokê guhertin: "Wê demê li bajaran jî dewleta Tirk bi tundî bi ser gel ve diçû ku xwedî li gerîla, li cenazeyên gerîla derdiketin. Armanc ew bû ku çavê mirovan bitirsînin. Ji ber ku dewletê nedixwest ku gerîla bi ti rengî xwe bigihîne nava gel, ev yek ji bo xwe weke mirinê didît, baş zanîbû ku ev yek ji bo dewletê tê wateya têkçûna li Kurdistanê. Ji ber vê yekê bi panzeran êrîşî girseya gel dikir a ku derdiket qadan, her wiha li gel direşand û mirov qetil dikir. Di sala 1989'an de li gundên Botanê tevî zextên giran jî nekarî li dijî serhildana gel bibe asteng. Gundiyên Gundikê Melê yê Şirnexê zextên dewletê bi çalakiya rûniştinê ya li ser rêya Şirnex-Qilabanê şermezar kirin. Ev yek berxwedana destpêkê ya civakî bû ku gel li dijî dewletê kir."

LI GIRÊ ÇOLÊ 6 SIVÎL HATIN QETILKIRIN

Qadeke din a berxwedanê jî gundê Girê Çolê yê Silopiyayê bû. Vî gundê ku malovanî ji gelek şaristaniyan re kir li devereke girîng bû. Li nêzî gund di 17'ê Îlona 1989'an de saet 02:00 ê şevî şer qewimî. Di şer de gelek leşker hatin kuştin, sê gerîlayên ARGK'ê jî şehîd bûn. Leşkerên Tirk piştî şer saketin gundê Girê Çolê gundî Sûdûn Beyan, Uzeyîr Arzig, Reşît Eren, Fevzî Bayan, Abbas Çîgdem û Munîr Aydin destgîr kirin. Her şeş gundî serê sibehê bi rengekî ku dest û çavên wan girtî kuştî hatin dîtin. Di bedena her yekî de zêdeyî 20 fîşek hebûn. Gelê Silopiyayê hingî bi komkujiya li Girê Çolê hişyar bû. Walîtiya Rewşa Awarte jî di daxuyaniya destpêkê de ya der barê bûyerê got, "Li Silopiyayê 9 terorîst bi rengekî mirî hatin bidestxistin."

Gelê Silopiyayê û yê herêmê bi hêrs bû. Gel dixwest bûyer bê lêkolîn, qet nebe otopsî bê kirin û der barê sûcdaran de lêpirsîn bê destpêkirin, lê belê dewleta Tirk dixwest cenazeyan bidin gundiyan. Gundiyên Girê Çolê di 19'ê Îlonê de ber bi Silopiyayê dest bi meşê kirin. Girseya gel her qelebalix bû. Ji gundên derdorê û nava Silopiyayê jî mirov tevlî bûn û hejmara meşvanan gihîştibû 10 hezar mirovî. Girseya gel li ber Avahiya Hikumetê li hev kom bû û hesabê komkujiyê dipirsiya, lê belê hêzên dewletê bi rengekî tund li dijî xwepêşandana aştiyane tevgeriyan. Terora hêzên dewleta Tirk nekarî bi berxwedana gel. Avahiya qeymeqamtiya Silopiyayê hate şewitandin. Hêzên dewletê li xwepêşandêran reşandin, gelek kes birîndar kirin û bi dehan kes jî destgîr kirin. Kamerayên rojnamevanên ku dîmen û wêneyên bûyerê dikişandin hatin desteserkirin. Piştî rojekê çapemeniya Tirk manşet avêtin. Rojnameya Milliyetê ku di 20'ê Îlonê de bi manşeta 'Li Silopiyayê bûyer' hate weşandin, der barê serhildana gel a li Silopiyayê wiha digot: "Girseya gel a ber bi avahiya hikumetê ve meşiya, li vê deverê kir qareqar û cam şikandin. Tîmên taybet ên hatin cihê bûyerê li hewayê reşandin û xwestin qelebalixiyê belav bikin. Avahiya hikumetê û mizgefta ku cenaze lê bûn bi panzeran hatibûn dorpêçkirin. Nûçegihanên Milliyetê yên bûyer dişopandin bûn hedefa êrîşên ewlekariyê. Girseya gel dema gihîştin ber avahiya hikumetê bi kevir û ço cam şikandin, li aliyê din jî dirûşmên 'Em wan kesên ku qetlîam kirine dixwazin', 'Bimire faşîzm' û 'Em ê dengê xwe bigihînin Ewropayê' qîriyan."

DESTEYA EWLEKARIYA MILÎ LI HEV KOM BÛ

Serhildanên ku li Kurdistanê dest pê kirin êdî rejîma li Enqereyê xistibûn nava tirs û fikaran. Piştî ku agahiya serhildanê ya li Silopiyayê gihîşt Enqereyê, Desteya Ewlekairya Milî bi serokatiya lîderê cûnta Kenan Evren li hev kom bû. Rêveberiya Tirk xwe bi çapemeniya ku bûyer da bihîstin aciz kir. Belavokeke MGK'ê hate weşandin ku bi têra xwe gef li rojnamevanên ku şerê qirêj ên li Kurdistanê dişopandin dixwar.

Serhildana li Silopiyayê bandor li rewşa siyasî ya li Enqereyê kir. Parlamenterên DYP û ANAP'î jî di nav de ji bo lêkolînkirina komkujiya li Gigrê Çolê zext li hikumeta Ozal hate kirin. Ozal ji ber vê yekê neçar ma ku bihêle heyetek ji wekîlan biçin Silopiyayê. Parlamenterên ku li herêmê lêkolîn kirin ragihandin ku 6 gundiyên hatin qetilkirin teqez ne PKK'î ne, lê tevî vê yekê berpirsyarên komkujiya li Girê Çolê hesab nedan.

DIVIYABÛ ÊDÎ PARTIYEK BIHATABÛYA AVAKIRIN

Dewleta Tirk piştî Girê Çolê jî komkujiyên xwe dom kir. Di 24'ê Mijdara 1989'an de l inavçeya Geverê ya Colemêrgê li gundê Satê 28 gundî hatin qetilkirin. Di sala 1989'an de wê bûyereke din biqewimiya ku mohra xwe li qada siyasî ya Kurdan bixistabûya. Bi hinceta ku beşdarî konferanseke 14-15'ê Cotmeha 1989'an a li Parîsê bûne 7 parlamenterên Kurd wê ji SHP'ê bihatibûna derxistin. Vê rewşê Kurd xistin nava lêgerînên cuda û kirin ku hewldanên xwe yên ji bo avakirina partiyekê li qada siyaseta sivîl xurt bikin. Partiya HEP'ê ku xeleka destpêkê ya kevneşopiya siyaseta demokratîk e di sala 1990'î de ava bû.