Du gundên Geverê di nav avê de man

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ev sê roj in baran dibare. Ji ber baranê du gund di nav avê de man. Gundî ji herêmê hatin derxistin. Li Mêrdîn û Şirnexê jî baraneke xurt didê.

Li gundên Alekanan û Kadyan ên bi 20 kîlometreyan dûrî navçeya Geverê ne, sê roj in baran didê.

Ji ber barana xurt, lehî rabû. Li gundê Kadyanê gelek xanî û axur di nava avê de man û gund hate valakirin. Gundiyan bar kirin navenda Geverê.

Li gundê Alekananê jî Çemê Çemînê rabû û ji ber vê yekê gundiyên malên wan li qiraxa çem in, ji herêmê hatin derxistin. Lehiyê xisareke giran a madî li gund kir.

Baran li Şirnex û Mêrdînê jî bi xurtî dibare. Ji ber baranê av li gelek malan qewimî û banê gelek malan ji şûna xwe rabûn. Her wiha gelek rê jî hatin girtin.