Du gundên din ên Reqayê hatin rizgarkirin

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Firatê, gundên Şalî û Henhûd ên Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Şervanên Odeya Çalakiyê, ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de ji çar baskan ve li bejahiya rojavayê Reqayê bi pêş ve diçin, du gundên din rizgar kirin.

Şervanên ku du roj berê ji cihekî bi 12 kîlometreyan li başûrrojavayê Eyn Îsa ketin nava liv û tevgerê, qadeke berfireh ji DAIŞ'ê rizgar kirin û her bi pêş ve diçin. Şervanan duh bi şev xwe gihandin gundê Şalî û li vê derê şerekî dijwar qewimî. Di encama vî şerî de ku heta ber destê sibehê dewam kir 3 çete hatin kuştin û gund hate rizgarkirin.

Li aliyê din, şervanên ji aliyê Qadiriyê û Kerduşan ketin nava liv û tevgerê, piştî ku bajarokê Mahmûdlî yê stratejîk duh rizgar kirin, berê xwe dan gundê Henhûdê. Di encama şerê dijwar de ev gund jî ji çeteyên DAIŞ'ê hate papijkirin.